Civak

Asayîşa PYDê karwanê pêşmergeyê şehîd da ber gulan

Asayişa PArtiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rê neda ku termê şehîdên Pêşmergeyên Rojava derbasî Kurdistana Rojava bibin, tegejî li wan otombîlên ku termê şehîdan vedighuzê dike. Îro 15 Tebaxê, Endamê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îmad Berho ji BasNews re ragehand: “Asayişê PYDê êrîş kirin ser cenazeya şehçdên Pêşmerge yên ji Rojava ku di du rojên borî de di operasyonên bereya Xazir de şehîdbûne.” Her wiha got: “Li nêzîkî gundê Xanê Serê teqe li karwanê cenazeya Pêşmerge kirin û maweyê 1 seetê jî karwan ragirtin, piştre jî teqe di ser serê xelkê re berdan.” Berho got jî: “Sibe wê li ser biryara ENKSê li bajarên Amûdê, Hesekê û Qamişlo xwepêşandanên berfireh encambidin.

Back to top button