Polîtîk

Li Diyarbekir PKK şermezar kirin

Li qezaya Lice ya bajarê Diyarbekirê ji aliyê hejmareke zêdeyê xelkê deverê ve PKK bi xwepêşandeneke girseyî hate şermezar kirin.

Şeş çekdarên PKK yî êrîşî mala Mikail Ayik ya li taxa Kiyikoy kirin û xwestin dû zarokên wan li gel xwe bibin, lê belê malbatê rê neda çekdarên PKK yî wan zarokan li gel xwe bibin û li ser vê yekê şer û pevçûn rû da û encamê de 3 kes birîndarbûn.

Li ser vê bûyerê jî xelkê devera Lice nerazîbûna xwe nîşanda û xwepêşandeke girseyî sazkir û heman rojî xelkê bajarê Diyarbekirê dijî van çalakiyên PKK li qada Şehîdê Kurdistanê Şêx Seîdê Pîran xwepêşandaneke girseyî saz kirin û PKK ji ber van êrîş û çalakiyên hovane şermezar kirin.

Back to top button