Polîtîk

Batman jî rabû piya û ji PKK re dibêje Êdî Bese

Piştî wê êrîşa PKK ya li ser malbata Mikail Ayik ya li qezaya Lice ya bajarê Amedê li Batmanê jî xelkê deverê demjimêr 13:00 an de li peykera Mafê Mirovan ya li kolana Gulistan civiyan û dijî êrîşên PKK daxuyaniyeke belavkirin û PKK şermezar kirin.

Li daxuyaniyê de Mella Meşir Şimşek Cîgirê Serokê Giştî yê Hira Der, Mella Enwer Kiliçaslan Serokê Komeleya Zanayan, Dr Aydin Gok Berbijarê Hudapar ya Batmanê û çendîn rêxistinên medenî û saziyên siyasî beşdarî vê çalakiyê kirin. 

Piştî xwendina Quranê, ji aliyê Mella Beşir Şimşek ve daxuyanî bi zimanê Kurdî hate xwendin û Şimşek got: Ew kesên ku navê aştî û demokrasiyê bikartînin re dipirsim, gelo eveye aştî û demokrasiya we, aştî û demokrasiya we rijandina xwîna misilman û Kurdane? Eve demokrasî û aştiya we?

Xwepêşandana ku ji aliyê nêzîkî 500.000 kesan ve beşdarî hatibû kirin bi dirûşmên dijî PKK û şermezarkirina wê bi dawî bû.

 

Back to top button