Cîhan

Li Dîyala bombeyek bi otomobîleka hêzên Amerîkayî ve teqîya.

 
 
Jêderekî ewledarîyê li parêzgeha Dîyala yê ku nexwezt navê xwe eşkere bike ji PNA re ragihand, ku îro, li ser rêya serekî ya Beqobe, bombeyek çandî bi otomobîleka hêzên Amerîkayî ve teqîya, belê ji ber ku hêzên Amerîkayî zû bi zû devera ku teqîn tê de çê bû dorpêç kirin, ti zanîyarî di bareya hejmara qurbanîyên vê teqînê û zîyanên wê de nehatin ragihandin.

Li gora zanînên ku jêder dide, hêzên ewledarîyê di lêgerînê de, li devera Miqdadîye 8 kes girtin. Ev kesên hatîn girtin beşdarî di hinek bûyerên terorî de kirine.
 
Vî jêderî weha jî da zanîn, ku hêzên ewledarîyê kirdareka din a lêgerînê û li devera Ebare Behroz a ku nêzîkî Beqobe ye pêkanîn û di encam de 4 kes jî girtin. Hat ragihandin, ku ev kesên han li gora maddeya 4 a qanûna terorê ya Iraqê hatine tawanbarkirin û ji alîyê dadgehê ve hatibûn daxwazkirin.
 
Evî jêderê han weha jî da xuyakirin, ku hêzên ewledarîyê niha lêkolînê bi girtîyan re dikin.

 

Nûçe:  Sîrwan Hesen / Germiyan –

Back to top button