Hevpeyvîn

Taha Berwarî Partî li Kurdistanê hizba dayike

Beşa 1

Taha Berwarî: Ew partiya ku bixwazê serkirdayetiya civakê bike, divê xwe ji bo qonaxên niha û paşarojê amade bike, nexwe baweriya gel ji dest dide
Partî pêwîstî bi program û peyrewek heye ku ji bo paşarojê bibe nexşerêyeke demdirêjê Partî û civakê.
Sîstema fireh endamî û fireh karmendî ne li Kurdistanê û ne jî li ciheke din ne bersîva pêdiviyên civakêne

Taha Berwarî Wezîrê berê yê Werzîş û Lawan û yek ji wan Kurdê çalakaneyê Ewrupaye ku xwedî taybetmendî û bandoreke xwe li nav revenda Kurd li Ewrupa heye. Li ruyê hizbî ve çendîn berpirsiyaretî li nav Partî da kiriye, lê belê ew bi xwe dibêje: Ez dixwazim bi xwendevanên birêz rabigihînim ku niha min tu pileyekî fermî tûne û ji bo wê yekê ev ramanên minên li vê hevpeyvînê de li ser çendîn pirsên cûr bi cûr têne eşkere kirin nêrînên minên kesayetîne. Dema ku me li gel Berwarî li Swêd vê hevpeyvînê saz kir em rastî gelek ramanên balkêş hatin ku eger bête bi cîh kirin dê gelek guhertinan li gel xwe bîne. Her wiha Berwarî raya xwe li ser Partî û paşaroja vê hizbê dixe rû ku behsa wan astengên li ber wezareta xwe ya li kabîneya berê ya Hikûmeta Kurdistanê dike. Niha jî ji bo her pirsek li ser wê wezaretê bi zelalî diaxive û li her warek de ku tu daxwaza belgeyek bikî, Berwarî dehan belgeyan dixe berdestan.

Partî piştî 64 salan kongreya xwe ya 13. saz dike. Gelek kes meraq dikin ku gelo Partî heta çi radeyê li ruyê ramanî ve amadeye xwe li gel vê serdemê biguncênê. Gelo li gor we Partî vê serdemê çawa dinirxîne?

Taha Berwarî: Partî li Kurdistanê hizba dayike, li xebat da ji bo parastina keramet û man û nemana Kurdistanê û nasnameya netewayetiya wê qonaxên gelek dijwar derbaskir. Li vê temen dirêjiya xwe de rastî gelek hilkişan û dakişanê bûye. Li hemû wan ezmûnan de jî bi serbilindî derbas buye. Eger em behsa Barzaniyê Nemir nekîn, nabê em behsa Partî û şoreş û xebatê jî bikîn, ku roj bi roj qîmet û bilîmetbûna wî kesayetiyî zêdetir diyar dibe. Partî niha xwedî wê zexîreya mezine. Gelo Partî kariye wekî pêwîst peyrewa wê ferhenga dewlemenda Barzaniyê Nemir bike an ne? Bersîva vê pirsiyarê bi nêrîna min nexêre! Me zêdetir ji wê sermayeya mezina Barzanî bikaraniye, lê belê divê em lê jî zêde bikîn. Eger xebata Kurdistaniyan li destpêka şoreş xebat bê ji bo parastina nasnameya netewayetiya Kurdistaniyan, eve em îro bi xêra xebata gel û hizba xwe ku Partî beşa şêr ê ber dikevê, buye xwedî Parlemen û Hikûmet. Parastina wan destkeftan jî pêvajoyeke qurstire.

Ew partiya ku dixwazê serkirdayetiya civakê bike, divê xwe ji bo qonaxên niha û paşarojê amade bike, nexwe baweriya gel ji dest dide. Bi wateyekî din partî ku yekem kongreya xwe piştî rûxana dirindetirîn rejîmê saz dike û partiyeke ku hêzeke taybetiya xwe li asta Kurdistan û Iraq û navnetewî de heye. Li kongreya 13 de divê xwe amade bike ku partî çalaktir bibê, ji bo gûhertina rola xwe û xebata siyasî û demokratîk û parlementeriyê jî bi awayekî rêk bixe ku bersîvderê pêdiviyên niha ya civakê be. Diruşma partî divê diruşmek bê ku ronahiyê bide xelkê Kurdistanê. Destpêka xebatê de, partî daxwaza desthilata navendiyê dikir. Hêdî hêdî ew daxwaz geş bû û berev otonomî û otonomiya rasteqîne û paşê jî gihişt federaliyê. Xweşbextane îro federalîzm buye nûnertiya destûra Iraqê ku li 15/10/2005 ji aliyê zêdetirê %80 hemwelatiyên Iraqê deng pêdaye. Partî niha wekî hizba serekî bo ku zêdetir baweriya xelkê ji bo xwe rakêşe. Pêwîstî bi program û peyrewekî heye ku partî û civak ji bo paşarojeke demdirêj bi cîh dike. Ji bilî wê jî pêwîstî bi danana planek heye ji bo çawayiya bi cîh kirin û gihiştina wan armancan.

Li dinyaya pêşketî da partî kar li ser wê yekê nakin ku zêdetirîn kesan bi xwe ve girêbidin û bikin endam. Lê belê hewl dide zêdetirîn kes pişt bi bernameya wan bigrin û li hilbijartinê da deng pê bidin. Partî niha zêdetir li bîst leqê xwe heye, eve ji bilî li baregehên navçe û rêkxistinî. Li gor baweriya we li vî warî de Partî çi bernameyeke xwe heye? an pêwîste çi bike?

Taha Berwarî: Partiyên Kurdistanê û partî jî li nav de û her wiha civaka Kurdistanê jî bi qonaxekî întîqalîda derbas dibin. Li wê baweriyê dame ku serkirdayetiya partî rastiyan dibînê û kar jî dike bo ku bi awayeke baş berê niha û paşarojê binirxîne û çareseriyeke guncaw bibîne. Bi dîtina min sîstema fireh endamî û fireh karmendî ne bersîvderê pêdiviyên civaka Kurdistanê û ne jî tu cîheke din. Bi dîtina min sîstemekî fêrkariya baş û bernameyeke baş û karê baş û xizmeta baş û medyayekî berpirs û zana ku bi rengekî sîstematîk û zanistî bi paşdaçûnê bikin û ronahiyeke baş bi hemwelatiyan bidin ku bibe sedema baweriyeke mezin û her eve jî wiha dike ku pêgeya partî bihêztir bibê. Li gel eve jî civaka Kurdistanê de pêwîstî bi dem û hîkmetê heye bo ku wan nêrînên neyînî xelas bibe.

Li piştî raperînê hejmareke mezin ji genc û malbatên Kurd bûne penaber, niha li Ewrupa û Emerîka jî hejmareke berbiçavê Kurd hene, lê belê partî leqekî hebû ew jî ne çalak bû. Ji bo çi partî nekarî pêgeyekî bihêz li nav revenda Kurd dabinê?

Taha Berwarî: Li piştî raperînê, wekî berpirsê Partî li Swêd û endamê leqê Ewrupaya Partî, li destpêka salên nohtan û çi wekî nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (1999-2009) li bakûrê Ewrupa û çi wekî Wezîrê Werzîş û Lawan li kabîneya pêncema Hikûmeta Herêma Kurdistanê da (2006-2009) min hewleke mezin li dirust kirina pirekî bi hêzê pêwendiya li navbera diyasporaya Kurdistan û Herêma Kurdistanê da. Partî pêgeyekî gelek baş li nav revenda Kurdistanî da heye. Lê belê amraz û siyasetekî hurtir pêwîste. Ez bawerim li piştî kongreya 13 hengavên ciddî ji bo vê pirsa stratejî bê avêtin.

Behsa wê yekê tê kirin ku Partî sîstema kotayê peyrew nake, eger wihaye çawa jin dikarê bibe serkirdayetî? an eger hun agahdar bin li vî derbarî de çi planeke we heye?

Taha Berwarî: Hejmara nûnerên jinên ser bi Partî li Parlemena Iraqê da gelek ji nûnerên hemû aliyên dinên Kurdistanê zêdetire. Kabîneya pêncema Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serokayetiya rêzdar Nêçîrvan Barzanî, li çendîn ruyê siyasî, qanûnî, medyagerî û civakî ve hengavên gelek serkeftî hate avêtin ji bo pêşxistin û serxistina doza jinan. Li gel wê jî li hemûyan rûne ku kar gelek ciddî û hemû aliyan ve pêwîste ji bo rola afretan li nav civakê de bihêztir bibê. Rexsandina derfetên cîddî ji bo afretên Kurdistanê ji bo şikandina wê kultura ferhenga zilamî hatiye avêtin.

Li van salên dawiya Partî li rêkxistin û îdare jî hinek girîngî bi berpirsiyariya genc da heye, lê belê giringîdan heta radeyek sînordar bû, divê di derbarê gence de bername çi bibê?

Taha Berwarî: Civaka Kurdistanê wekî gelek civaka welatên dinê rojhilat civakekî gence. ji bo wê yekê girîngîdana bi gencan û lawan girîngî dane bi paşarojeke geşe hem ji bo Kurdistan û hem jî ji bo lawan. Bi dîtina min pêwîste Partiya Demokrata Kurdistanê xwendinekî nû ji vê pirsê bîke. Ew pêvajoya niha pêwîstî bi helsengandinekî ciddî dike. Divê em bingeha pêgihandina lawan her ji zaroktiyê ve destpêbikîn ku mezin dibê desteber bikîn. Jêrxanekî başa fêrkarî li hemû astan ji bo dûrketinê li siyaseta dirustkirina ferdî dabîn bikîn.

Pirsgirêkek li nav hîzba Kurdî da heye, ew jî meseleya nasnameye, Partî wekî hîzbekî desthilatdar vê pirsê zêdetir dike, wekî mînak bi hîzbekî layik û Elmanî hatiye nasîn. Lê belê gelek li îdareyê da biryarên gelek îslamiyane encam dane. Çawdêr wiha difikirin ku Partî bi şerm û tirs ve li wê baweriyê de reftar dike. Divê bizanîn ew tirs û şerma Partî ji çiye?

Taha Berwarî: Ez bi awayeke din dibînim. Partî awêne û eynika civaka Kurdewariye. Bi wateyekî din Partî gelek bi hesasiyet tehamul li gel pirsê hesasiyên civakê dike. Bîrkirina hizbî behseke û birêvebirina bernameyekî Hikûmetê tiştekî dine. Gûhertin gelek berbiçav li civakê da rû daye, guhertin bi bernameya partiye bi pileya yekem. Bila em dema nêzîk temaşe bikîn, wekî mînak, ji raperînê û heta niha:

Jinên şofêr hejmara wan çiqas zêde bûye.

Polîsê jin ku her nebûn niha me hejmareke baş heye.

Rêjeya Parlementerên jin sala 1994 nêzîkî %4 bûn niha %33.

Cenabê kak Nêçîrvan li hilbijartina 07/03/2010 tradîsyona dengdanê li gel hevjîna xwe kir rêbaza kesayetiyên dinê Kurdistanê.

Eger li vê pirsiyarê da mebest li peyva «nasname» îdeolojiye, eve divê gelek bi girîngî bête axaftin. Bi nêrîna min Partiya Demokrata Kurdistanê bi giştî û her li destpêka xebatê ve partiyeke demokrata îdeolojî der buye neku îdeolojî bend, Partiyeke netewî berfirehtir buye li partiyekî taybet bi çîn û zayind, navçe û dîn û netewe. Hejar û dewlemend, cotyar û axa, musilman û nemusilman, Kurd û ne Kurd, jin û zilam – li rêya xebat ji bo azadî, ji bo serweriya Kurdistanê komkiriye, bi hemû xal û wêstgehan ve kêmtir geşbûye.

Ev helwest li gel dîmenên giştî ku daxwaza «nasnameya îdeolojiyê» dike nakoke ji bo wê yekê siyaseta Partî li çendîn waran de wiha şermîn û hêmînkar tê berçav. Li vir da du xal cihê balkişandinêye:

1- Rewşa Partî, mayîn û geşkirinê beramberî hîzbên îdeolojiyên dinên navçeyê bike. Siyaseta nasyonalîsta faşîsta Kemalîst, restaxîz û be’esiyan, komunîsta Sovyet û maoîst, hîzbên dijî dîn û hîzbên take dîn, hîzbên yek navçe û yek netewe û .. hwd çi li ser wan hat û rûkarê wan kijane?

2- Li Kurdistanê derbikeve temaşa dinyaya siyaseta cîhanî bike. Ji mêj ve ye  her nebê bi dawî bûna cengê duyema cîhanê ew îdeolojîperestiye sextgîre kal bûye û nêrîneke azadanetir û xweşrewte.

Li gel wê jî pirsa diyarkirina îdeolojî pirsekî gelek girînge li kongreya nû ya Partî de bête axaftin û guftogokirin.

Pirsgirêkeke din heye li nav partî da ew jî bê curetiya kadîrên partiye, kêm kadîrekî partî dibînî raya xwe hebê û derbibrê ku dijî raya partî bê, ev tirs ji bo çiye?

Taha Berwarî: Partî xwedî kadirên gelek şareza û gelek wêrek û başe. ferhenga rêxistiniya Partî ferhengekî taybeta xwe ye ku ji ferhenga hizbên din cûdaye. Gelo ev ferhenga ku heta niha hatiye bikaranîn heta çi radeyek li gel civakên moderna medyayî û sosyal medyayiyên niha da diguncê, bi nêrîna min ev pirsekî dine. Girînge Partî li Kongreya xwe da bi hurî li ser vê pirsê rawestê. Rûdawên gelek zû diçin û paşketina li her rûdawek bandoreke erênî û negatîfa xwe li ser dîtina raya giştiya xelkê Kurdistan û derve dike.

Rojeva Kurd: Têgotin ji bo nûkirina Partî Nêçîrvan Barzanî sud li ezmûna kesên biyanî werdigrê gelo raste?

Taha Berwarî: Dema sîstema siyasî û hukimraniya Yekîtiya Sovyet rûxa desthilata nû ya Rûsya profesorekî şêwirmendê Swêdî bi navê Endesh Oslond danî bo ku alîkar bê ji bo danana sîstemekî nû ya aborî. Rêzdar Nêçîrvan Barzanî kesekî modern û dinya dîtiye û torekî gelek berfireh de pêwendiya xwe heye. Agahiya min ji wê yekê ku hun behsa wê dikin tûne, lê belê eger tiştekî wiha hebê behsekî gelek başe. Ji bîr nekîn niha Partî aktorekî mezine û pirsa Kurd pêwîstî bi xelkê pîspor û şarezaye li hemû waran da.

Berdewama wê heye….

 Ji kovara Sivîl: Rizgar Reza Çoçanî – Swêd

 

Back to top button