Kultur

Li Dibistanan dersa zimanê Kurdî hilbijêrin!

Zimanê Kurdî hebûna me ye, Zimanê Kurdî nasnama me ye, Zimanê Kurdî rûmeta me ye… Bi rastî heke mirovên Kurd bixwazin weke Kurdan bijîn divê pêşî zimanê xwe fêrbibin. Heke em dixwazin li dijî asimilasyon û oto asımilasyone rawestin divê em zimanê xwe fêrbibin. Heke em dixwazin edebiyat, siyaset, ziman û kultura Kurdî pêşve biçe, divê em zimanê xwe fêrbibin. Heke em Kurd dixwazin Kurd jî weke hemû netewan bi serbilindî bijîn, divê pêşî em zimanê xwe fêrbibin. ..

Belê. Divê Kurd di her warî de xwedî li zimanê xwe derkevin û fêrbûna zimanê xwe weke erkeke netewî bicîh bînin. Ji bona Kurdan ev pirsa man û nemanê ye!

Weke ku tê zanîn dibistan di Meha Îlonê de dîsa perwerda xwe destpêdikin. Îro em dizanin ku derfeta mirovan li dibistanan heye ku dersa zimanê Kurdî hilbijêrin. Ev mafeke ku divê Kurd bi hemû haweyan xwedi lêderbikevin. Her çiqasî armanca me ya sereke perwerde bi zimanê dayikê be jî, ku Platforma me bi bîryardarı xwedî li vî mafê derdikeve, divê zimanê Kurdi weke dersa bijarte, ji aliyê hemû Kurdan de weke gava pêşi were nirxandin. Em vê derfeta ku heye baş bicîh werinin, wê di pêşeroje de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayike jî vebe.

Bi demê re wê hewcedariya hejmara mamosteyên Zimanê Kurdî zêde bibe û zanîngeh jî mecburin li gorî vê rastîyê mamosteyên Kurdî perwerde bikin. Mamosteyên Kurdi ku hene jî bi vî haweyî dibin xwedi kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerdê bi Zimanê Kurdî destkeftiyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasi zor û zehmeti hebe jî, dive Dayik û Bav xwedi li zimanê Kurdî derkevin. Zimanê xwe bi hişmendî hilbıjêrin û zimanê xwe weke nasnama xwe jî biparêzin. Rûmeta me di zimane de ye! Hebûna me jî di zimanê me de ye!

Gelî Kurdan! Di mala xwe de, li kolan û bazaran bi Kurdî bi axivin. Siyasetê bi Kurdi bikin!

Em weke Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dikin ku di dibistanan de dersa zimanê Kurdi hilbijêrin. Çi Kurmanc çi Zaza bê cudabûn, divê zarokên me di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin. Îro di xebata perwerdê de ev mafeke, divê ev mafê ziman bi hişmendî were bikaranîn.

Banga me ji hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya Kurdî, rewşenbîr û hunermendan re ev e; Her kes ji aliyê xwe de bila xwedî li dersa zimanê Kurdî derkevin. Dîsa bi derfetên xwe jî zimanê xwe fêrbibin. Zimanê xwe di çalakîyan de bikarbînin. Di pirsa ziman de em bi hişmendî û hestyarî tevger bikin. Em bi hevdû re ji bona zimanê Kurdî kar bikin, hişmendiya zimanê Kurdi bilind bikin, nivîsandin, xwedin û axaftina bi zimanê Kurdi bila bibe helwesteke xwezayî di nava civaka Kurdan de.

Platforma Zimanê Kurdî
Diyarbekir. 01 09 2019
Back to top button