Polîtîk

HDP ji bo çi serdana başûrê Kurdistanê dike

Li gora nûçeya Rûdawê hevserokê HDPê Sezai Temellî li gel heyetekî ya HDPê serdana Kurdistana Başûr dike.

Di rastiya xwe de armanca vê serdanê çîye nayê zanîn. Ev serdan bi temamî li ser daxwaziya Qendil çêdibe. Heyata HDPê tenê aliyên siyasî yên Kurdistanê dibîne yan jî hinek hevdîtinên din dike nayê zanîn.

Kesên ku di vê heyeta HDPê de cih digrin jî girîng e. Eger cardin yên wek Imam Taşcier di heyetê de hebin, armanca HDPê zelatir dibe. Ji ber ku yên wek Îmamoglu bi hesanî dikarin piralî bileyzin.

Her pêwendiyek di navbera aliyên Kurdistanî de pêkwerê û diyalog hebe başe. Lê ji aliyekî mirov hineka bi xiyanetê itham bike û ji aliyek din behsa diyalogê û yekitiya li gel heman aliyê bixwaze ev ne siyasete û ev cureyên pêwendiya zererek mezin dide siyaseta ku li ser xetek netewî tê rêvebirin.

HDPê ne bi biryara Qendil be nikare gavekî bavê je. Ji bo vê yekê jî di roja me de helwesta Qendil li himber başûrê Kurdistanê zelal e.

Pirsek din heye ku, Temellî ne hij navê Kurdistanê dike û ne jî bi çavek dostanî li başûrê Kurdistanê dinêre. Ya herî girîn Temellî ne bi çavê yek Kurd, ew bi perspektifa çepên Tirkên Kemalist li Kurdistanê dinêre. Ji berî niha helwesta Temellî û gotinên li dijê Kurdistanê kirîn kifşe .

Back to top button