Polîtîk

Tirkiye jî çekên Atomî çêdike

Serokkomarê Tirkiye Tayib erdogan da xûyakirin ku, dê Tirkiye jî dest çêkirina çekên atomî bike.

Li Bajarê Sivasê Erdogan di civînekî de axavtinek kir û bahsa kirîna çekan û rewşa Tirkiye kir. Erdogan  di axavtina xwe de dibeje ku, di destê piraniya welatên wek Tirkiye de çekên atomî hene. Tenê li Tirkiye çekên atomî tunene. Ev ne raste divê em jî dest pêbikin ku çekên atomî pêyda bikin.

Ji aliyek din Erdogan da xûyakirin ku, li gel serokê Amerikayê pêwendiyek telefonî kiriye û doza kirîna fûzeyên Patriot ji Trump kiriye.

Herweha Erdogan dibêje ku, sistema S- 400 sistema parastinêye, em divê welatê xwe biparêzin.

Gotina Erdogan ya ku dibêje , emê dest çêkirina çekên atomî bikin di medya cihanî de cihek berfireh girt.

Back to top button