Polîtîk

Li devera Efrîn – Ezazê şerekî giran heye

Çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) piştî kontrolkirina bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê berê xwe dane bajarê Ezazê û li gor agahiyan, li ser rêya Efrîn – Ezazê şerekî giran heye. ENKSê jî li ser şerên vê dawiyê yên Efrînê daxuyaniyek belav kir.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro Înê 14ê Cotmeha 2022an daxuyaniyek li ser rewşa Efrînê belav kir.

ENKS dibêje, grûpên çekdar bajarê Efrînê, bajarok û gundên wê ji xwe re kirine meydana şer da ku dest deynin ser navçeyê û binpêkirinên zêdetir di heqê xelkê de encam bididn. Ya ku rewş xirabtir kiriye ew e ku Desteya Tehrîr el-Şam ku rêkxistineke terosîtî ye, ji bo piştevaniya Hemze û Emşat bajarê Efrînê û çend navçeyên din kontrol kirin, vê yekê jî xelkê navçeyê tirsandine û ziyan gihandine xelkê sivîl.

ENKS di daxuyaniya xwe de vî şerî protesto dike û tîne ziman, “Ew grûpên çekdar sivikatiyê bi jiyana xelkê dikin û daxwaz ji Civaka Navdewletî û welatên peywendîdar bi taybetî Tirkiyê ku navçe kontrol kiriye, bi berpirsyaretiya xwe rabe ji bo ku operasyonên xwe rawestîne û grûpên çekdar ji bajar û bajarok û gundên Efrînê derxîne, her weha Cebhet Nusre ya terorîst, ji tevahiya Efrînê derbixe û gerentiya vegera ewle ya xelkê ji bo navçeyên xwe bike.”

Her wiha li Ezazê alîgirên ser bi Feyleqa Sêyem ya Cebhe Şamiye ve, li dijî hatine Desteya Tehrîr el-Şam û serkrideyên Ebû Mihemed el-Colanî derketin xwenîşandanan û nerazîbûnên xwe nîşandan.

Back to top button