CivakRojev

Li Deriyê Gumrika Xabûrê 850 kîlo eroîn hat girtin

Li Deriyê Gumrika Xabûrê ya Şirnexê di kamyonekê da 850 kîlo eroîn hat girtin. Hat diyarkirin ku ev nisbeta herî zêde eroîn e ku li Xabur hatiye girtin.

Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, di çarçoveya têkoşîna li dijî sûcên narkotîkê yên ku ji teref ekîbên Îdareya Gumrikê ve tên kirin de, di kontrola ku li Deriyê Gumrikê yê Xabûrê hat kirin de kamyonek di kategoriya “bi xeter” de hat nirxandin.

Di lêgerîna qamyonê de 850 kîlo eroîna ku di nav eşyayan de hatibû veşartin hat bidestxistin. Hat diyarkirin ku ev nisbeta herî zêde ku di nava deman de hatiye girtin.

Lêpirsîna der barê bûyerê de li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê dewam dike.

Back to top button