Civak

Li Dêrîkê 4 xortên Kurd jiyana xwe ji dest dan

Hat daxuyakirin ku li gundê navçeya Dêrîka Hemko ya Til Edeseyê 4 xortên Kurd di nava tanqên petrolê de xeniqine.

Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovan a Suriyeyê li navçeya Hesekê ya Dêrikê di dema paqijkrina tanqên petrolê de 4 xortên Kurd ji ber tinebûna hewayê jiyana xwe ji dest dan.

Xortên ku jiyana xwe ji dest dan yên bi navê Alî, Guhdar û Sîpan brayê hev û xortekî bi navê Alî Kasim jî brazîyê van e.

Hat diyarkirin ku ew her çar xort jî di dema paqijkirina tanqên petrolê de ji ber kêmbûna alavên pêwîstiyêû kêmbuna şart û mercên tenduristiyê, bêhewatî û ji ber behna giran ya petrolê jiyana xwe jî dest dan.

Back to top button