Komiteya Krîzê ya ser bi Rêveberiya Xweser daxûyaniyek belav kir. Ji ber zêdebûna pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19), li bajarê Dêrikê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Qedexekirina derketina derve li Dêrikê û derû dora Dêrikêji roja Înê destpê dike û heta 14 roja berdewam dike.

Herwiha hat eşkerekirin; qedexeya derketina derve tevahiya dibistan, mizgeft, dêr, yarîgeh û hemû bazaran li xwe digre, ji bilî dikanên firotina sewze û kelûpelên xwarinê yên li taxan û ew jî heta demjimêr 13:00ê rojê dikarin vekirî bin.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku li bajar û bajarokên Dêrikê yên rojavayê Kurdistanê hejmara pêketina bi koronayê zêde bûye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: