Cîhan
Li Çînê jiyan asayî û normal dibe
Çîn bi tomarkirina kêmtirîn hejmara tuşbûyan, serkeftinekî mezin li ser virusa Corona ragihand.
Lîjneya Niştimaniya Tendirustiya Çînê belav kir, li 24 demjimêrên derbasbûyî de 15 kes li seranserê welat tûşî virusa Corona bûne û 11 kes jî canê xwe ji dest dane. Bi vê jî rêjeya tuşbûyan li wî welatî gihîşte 80 hezar û 793 kes û rêjeya miriyan jî gihîşte sê hezar û 169 kesan.
Her wiha Herêma Hobî ya Çînê hilgirtina astengiyên berhemanînê û hatin û çûn û geştkirinê ragihand û jiyan normal û asayî bûye.
Li destpêka serhildana Corona rojane dehan kes li Çînê dimiran û sedan kesên din jî tûş dibûn, lê belê niha Çîn li kontrolkirina yek cariyê nêzîk dibê û rojane amar berev kêmkirinê ve diçin.