Civak

Ewê li Kurdistanê hatiye kirin li Swêd jî nehatiye kirin

Pizîşkekî Kurd li Stockholm: Ewê li Kurdistanê hatiye kirin li Swêd jî nehatiye kirin

Pizîşkekî Kurd ku nîştecihê welatê Swêde, di derbarê rêkarên xweparêziya ji virusa Corona pesnê Hikumeta Kurdistanê dide û radigihîne “Ewê li Kurdistanê hatiye kirin li Swêdê jî nehatiye kirin”.

Dr. Şiwan Kerîm Pizîşkekî Kurde û nîştecihê welatê Swêde, li peyameke li ser rûpela xwe ya li tora civakiya Facebook nivîsiye “Ewê li Kurdistanê hatiye kirin li Swêdê jî nehatiye kirin, ji vir ve destxweşiyê li Hikûmeta Kurdistanê û sazî damezraweyên peywendîdarên dinê Kurdistanê û kanalên ragihandinê dikim ku bi şev û roj kar ji bo parastina canê hemwelatiyên Kurdistanê dikin. Her wiha destxweşiyê li hişyariya hemwelatiyên Kurdistanê dikim”.

Kerîm dibêje: “Heta îro li welatê Swêdê nêzîkî 500 haletên tûşbûna Corona û yekem haletê mirinê jî hatiye tomar kirin. Lê belê heta niha hîç ji bor rêgirîkirina wê karîn cîddî û girîng dijî Corona nehatine kirin. Ji bilî danîna dû hejmara telefonan ya ji bo peywendîkirinê û ew jî ji bo pirsiyar kirinê ne, yan gumankirina li tûşbûna virusa Corona û rênimayîkirina hemwelatiyan ku ji mal ve bimînin û neçin kar”.

Back to top button