Li Çemçemalê êrîşî sendoqên dengan hate kirin

li gora nûçeya KV, Çend çekdarên nenas êrîşa karwana wan tirimbîlan kirin ku, sendoqên dengdanê wedeguhastin

Peyamnêrê me yê li Çemçemalê ragehand ku, duhê dema karwana tirimbîlên ku, sendoqên dengdanê wediguhastin êrîşa wan hatiye kirin.

Çavkaniya han diyar kir ku, dohê dema karwanek tirimbîl xwestin sendoqên dengdana taybet ji Çemçemalê bo Silimanî weguhazin rastî êrîşeke çekdarî hatine lêbelê ti zererek negehêştiya wan.

Her di vê derbarê de Berpirsekî komisyona serbixwe ya hilbijartinan jî diyar kir ku, dema em ji Çemçemalê ber bi Silimanî ve birê ketin çend çekdarên nenas êrîşa me kir û zirêvanên me jî bersifa wan da û di dawî de kesên nenas ji cêha deverê rewiyan.

Nerîna min :