Rûdaw pêşketî ye (Vîdeo)

Rojnameya bi navê The Reporter ku pêveka werzî ya rojnameya The Guardian a Brîtanî ye, ragihand ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bûye stratejîstekî jêhatî. Li gorî The Reporterê, Rûdaw saziyeke medya ya pêşketî ye û bûye platform herî karîger li Kurdistanê.
Rojnameya The Reporter (peyamnêr) ku beşek ji rojnameya The Guardian a Brîtanî ye, di hejmara xwe ya nû de bi awayekî berfireh behsa pêşketin û geşekirina Herêm Kurdistanê kiriye û derheqê vê mijarê de digel serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û rêveberê Tora Medya ya Rûdawê Ako Mihemed û hinek hevpeyvînên din ên taybet li ser Herêma Kurdistanê encam daye.
Yek ji amadekarên The Reporterê Olîver Mos e ku derheqê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de dibêje, “Di heyama deh salên borî de bûye stratejîstekî jêhatî û mêtodên dîplomatîk û siyasî yên wisa daye pêşiya xwe ku bûye sedema pêşketinek bêhempa ya Herêma Kurdistanê”.
Olîver Mos behsa wateya navê Nêçîrvan Barzanî jî dike û wiha dinivîse: “Nêçîrvan yanê kesê ku nêçîr dike lê kariye di heyama deh salên borî de navê xwe wek handerê geşekirin û pêkvejiyana aştiyane bide guhertin.”
Wî rojnamevanê biyanî Nêçîrvan Barzanî wek “serokwezîrê geşekirinê” bi nav kiriye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevpeyvînekê de digel The Reporterê wiha dibêje: “Me ji sala 2004an ve ber bi pêşve gav avêtiye lê li gorî pîvanên navdewletî hê gelek kar maye em bikin, di hemû waran de ji jêrxanê bigire heta mafên mirov. Helbet ev jî pêwîstî bi demek dirêj heye.”
Pêveka Guardinê her wiha behsa rola medya di jiyana siyasî û civakî ya Herêma Kurdistanê de jî dike û rola Rûdawê di vî warî de girîng dibîne û wiha dinivîse: “Rûdaw saziyeke medyayê ya pêşketî ye û bûye platforma herî karîger li Kurdistanê.”
Wê rojnameya Brîtanî bi rêveberê Tora Medya ya Rûdawê Ako Mihemed re jî hevpeyvîn kiriye. Ako Mihemed di bersiva pirsekî de wiha dibêje: “Em dixwazin Rûdaw bibe yek ji bijardeyên yekem ên temaşevanan li rojhilata navîn.”
The Reporterê hinek mijarên xwe jî bo aramî û asayişa Herêma Kurdistanê û pêşketina sektora petrol, perwerde, tenduristî û gihandinê terxan kiriye.