Kî Gûlî

Wa gûl firoşê ma kîjan gûlî
Gûrzê di dest te yan dêmên gûlî

Nizam tû gûlî yan ew gûl gûlî
Gelo bi kêj  we ev der xemilî

Kenî bi lêva awir da ji çav
Maka gûlê me ez xar û xûnav

Ji bêhna mine tev misk û anber
Ez tême avdan bi ava kewser

Gezo li darim hingiv li şanim
Bûka jînê me xweşî li şarim

Memo ji bo min zindan kire war
Siya da şopê newal lê bû tar

Ev rengê go sor ne bê bûhaye
Xwîna berana bûha tê daye

Nevye Kawa ne xwînê dirêjin
Da kû ji bînam hilmkê bi kêşin

Xûrşîd Xelîl

[email protected]
[email protected]

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: