Imperetorê rexneya edebiyatê wexerkir
Marcel Reich-Ranicki îro doh 18.09.13, li Frankfurt am Mainz, çavê xwe girt û kaniyek mişt ji zanebûnê li ser rexneya wêjeyî, ya ku ji hest dihat û bi dil ve girêdayî hate rawestandin. Marcel Reich-Ranicki, 93 sal kirin, ew bi xwe ji daikbûna Poloniya bû û di programên xwe de, çi di (FAZ=Frankfurter Allgemeine Zeitung, ku ya wî bû û çi di ZDF Tv ( das literarische Quartel), aksent û bilêvekirin û fonotîka zimanê wî yê dayîkê, ji nav peyvên elmanî difûriya. Marcel Reich-Ranicki, wek gencekî cihû, di Gehtto ya elmanî de ma û ew û jina xwe, derfet bo wan çêbû birevin. Nehêsan bû, ji ber rêjîma nazî xwe veşartî bihêlin. Kesek nîne, li Elmaniya û belkî li Europa, ku Marcel Reich-Ranicki naniyase. Ew yek ji şahidên komkujiya cihuyan yê dawî bû, ku li ser destê naziyên elman hate kirin, lew ra, dema di 27.01.21, ji bo bîranîna qurbaniyên naziyan, li perlemanê Elmanî axaftin kir, ampatiyeke mezin ji hêla hemî çîn û taqeyên elmaniya wergirt. Marcel Reich-Ranicki, ne rexnegirekî hêsan bû, ew di wêjeyê de, xudan giraniyeke bêhempa bû. Eger Marcel Reich-Ranicki, behsê pirtûkekê di programê xwe yê edebiyatê de bikira, firotina pirtûk 10qat lê dihat.
Nivîskarek ji wan yê di Marcel Reich- Ranicki, jê hez nedikir, Günter Grass bû. Carekê di prgrameke xwe de, pirtûkeke wî qetand û bersiva G.Grass jê re ew bû, ku ew bêhtir bi hestên xwe û asteya xwe ya nizim pirtûkan dinirxîne. Cengeke dirêj di nav wan de hebû û dema G. Grass xelata Nobel wergirt, got ew nehêjayî wê xelatê ye, lê dibe ku bo xwendevanên din baş be, ne bo min. Di dema ku 2012, G. Grass helbesta xwe ya bi navê Divêt ez bibêjim di rojnameya Süddeutsche Zeitung de belavkir û rexne li Israelê kir, qiyamet li ser serês wî rabû. M.R. Ranicki jî para wî di vê dijberiya li hember Günter Grass hebû.
Weke ku ji Grass aciz bû, wisa jî ji romannivîsê elman Martîn Walser rexneyên tund li ser romana wî ya bi navê “Jenseits der Liebe= her aliyekî evînê” . Martîn Walser êdî li dijî wî romanek bi navê ( Mirina rexnegir) nivîsî. Ev roman ji hêla Macel Reich-Ranicki û gelek ên din ve, mîna pirtûka antîzîmît tête nîşandan.
Marcel Reich- Ranicki, armanca xwe di pirtûka xwe de, ya bi navê (Mein Leben= Jiyan min=Jînegeriya min), weha nivîsî bû: “Ez jî dixwazim berpirsiyarê bigrim li ser şanê xwe, ku rexne li Elmaniya wek parçeyek ji rastî û heqîqetê wateya xwe werbigire” ew berpisê beşê Feuilleton ( edebiyat), di FAZ de û gotina wî ev bû : ” Es gibt kein Zensur= qedexekirin nîne”..
Marcel Reich- Ranicki, kemanjenê yekemîn di rikberiyê de bû. Di dawî de, Marcel Reich- Ranicki, mirovê desthilat, stratêgê ediebiyatê nebû û gelek caran rehm nedikir, xweşahîk û melaqî nedikirin, ya pêdivî digot, bê ku bibêje dê hestê wî mirovî birîndar bibe. Wate xal û xwarzêtî, hevaltî û dostanî di nivîsandinê de nîne, ew jî nayê wê wateyê dema mirov rexne dike, dixwaze yê nivîskar birîndar bike, ji ber armanca rexneyê tiştekî din e, bilindkirina pêpelûka nivîsînê ye, keşxekirina dîmenên deqî ye, seqakirina hunera dahênanê ye.
Kurtejiyan:
M. Reich-Ranicki, di sala 1920 an de, li Polonistanê jidayik bûye. Jiber ku cihû bû, kete Ghetto ya Warschau de(zindana naziyan), ew û jina wî Teofila ji zindanê reviyan û xwe veshartin.
Di pey cenga cîhanî diwem re, dest bi karê edebiyatê kir. Destpêka wî li Polen bû. Di sala 1958an de, geshtek bo Elmaniya kir û êdî nema zivirî Polen. 1959-1973an, li bajarê Hamburg dijiya, her weha di wê demê de, di heftenameya „Die Zeit“ de, wek rexnegirê wêjeyê kar dikir.
Sala 1973an, di gel nivîskar Joachim Fest berê xwe da Frankfurt û li wir pêk ve, di rojnameya FAZ de, bû rêdaktorê edebiyatê û jiyana edebî. Karê xwe ta sala 1988an berdewam kir û daneşîn bû. De pey re bû yek ji wan yê rojnameyê diweşînin. Di 18.09.2013an de, piştî salekê ceng di gel penceşêrê çavên xwe danîn ser hev û kete xeweke ebedî de.
Tengezar Marînî