Polîtîk

Berê em mijûlî parastina nasnameya netewê bûn û niha jî pilanên stratejîk amade dikin

Li Hewlêrê, bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, wezîrê pilandananê yê hikûmeta herêma Kurdistanê di civîneke berfireh de çend statîstîk li ser rewşa herêma Kurdistanê di warê dahatiniyê tak (ferd), av, kareba, tûrîzim, rêjeya bêkariyê, tendirustî, rêjeya jidaykbûnê, rêjeya mirinê, xwendin û çend aliyên din yên jiyanê bi detalî ji beşdarbûyan re ber çav kirin.

Elî Sindî wezîrê pilandananê yê hikûmeta Kurdistanê got ku, ev rapor, lêkolîn û statîstîk bi alîkariya rêxistinên şareza û pispor yên navdewletî hatine amade kirin û hemû warên jiyanê li herêma Kurdistanê bi detalî diar dikin û pêşxistina herêma Kudistanê bo heta sala 2020ê diyar dikin.

Di vê merasimê de Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û ew kar û xebatên wezareta pilandananê bi xaleke werçerxanê di awayê hizirkirin û karkirina hikûmeta herêma Kurdistanê de wesif kir got ku, ev yek dê zêdetir karê bisazîkirin û avakirina sîstemeke şaristanî ji bo pêşxistina welêt  alîkar be.

Barzanî got ku, sîstema hukimdariya baş pêwîstî bi zaniyarî, data û lêkolînên giştgîr heye daku, hikûmet bikare siyaseteke bi sud amade bike û li gor wê siyasetê û lêkolînan aliyên bihêz destnîşan bike û ji bo baştirkirina edayê hikûmetê, kar li ser baştirkirina aliyên lawaz bike. Gelek giringe hikûmetê zaniyariyên timam û dirust li ser hemû sektorên aboriya welêt û sektorên din hebe daku, bikare siyaseteke rast û dirust darêje.

 

Serokwezîrê got ku, ew dem hatiye êdî lêkolîn û dîrasetên giştgîr bibin esasê çavkaniyên dariştina siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê û bibin nexşerêya bernameyekî domdirêj bo hikûmetê. Hikûmeta herêma Kurdistanê bi salan ji bona man û parastina nasnameya netewî karkiriya û di wê demê de ew derfet nebû hizir di pilanên domdirêj de yên bi vî awayî bike, lê nuha di bin sîbera aramî û îstîqrar û biratiya herêma Kurdistanê de dikrin bi hûrî herêma Kurdistanê binirxînin û bizanîn piştî 5-10 salên din herêma Kurdistanê ber bi çi arasteyek diçe.

Serokê hikûmeta Kurdistanê ev karê wezareta pilandananê bi destpêka qonaxeke nû a sîstema hukimdariyê li herêma Kurdistanê wesif kir û got ku, divê bernameyên wezaretên hikûmetê timamkerên hev du bin û bi hev re biçin û daxwaz ji wezareta pilandananê kir ku, ew rapor, data û starîstîkên li ber destê wê ne bigehîne hemû aliyên peywendîdar yên di çarçoveya saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê de kar dikin daku di karên xwe de pişt bi zaniyariyên rast û dirust bibestin.

 

Back to top button