Polîtîk

Li Bexdayê PDk û YNK dicivin

Yek ji endamên şandeya Partiya Demokrata Kurdisatanê (PDK) li Bexdayê aşkera kir ku di bernameya wan de ye îro digel hin aliyan bicivin û herwaha dê digel şandeya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku ew jî niha li Bexdayê ye bicivin .Endamê şandeya PDKê ya Bexdayê û berpirsê baskê 5 ê PDKê Şiwan Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Civînên me li Bexdayê digel aliyan berdewam in û îro jî digel hin aliyên ku hevdîtin digel wan nehatine kirin dê pêkbên. Îro jî bi serokê lîsteya Nesir Heyder Ebadî, Îtîlafa Wetanî Eyad Elawî û partiyên siyasî yên Şîeyan re hevdîtin dê pêkbên, herwaha li gel serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm jî emê bicivin.’’Endamê şandeya PDKê aşkera kir: ‘’PDK dixwaze nêrînên wan aliyan li ser hikûmeta nû ya Iraqê bizane, ne giringe çend kursiyên wan heye, yan çend kursî bidest xistiye.’’Şiwan Mihemed got: ‘’Îro digel şandeya YNKê li Bexdayê emê bicivin û civîna digel YNKê giringe.’’

Back to top button