Polîtîk

Divê Kurd bi şandeke hevbeş werin Bexdayê

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ragihand, ku ji bo danûstaninên hikûmeta nû ya Iraqê pêwîst e alîyên Kurd hewl bidin bi şandeke hevbeş herin Bexdayê.Piştî ragihandina encamên hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê di navbera aliyên Iraqî de li hev şêwirîna li ser pêkanîna hikûmeta nû dest pê kirin. Bi vî armancî şandên PDK û YNKê jî çûna Bexdayê.Îro danê êvarî şandên PDK û YNKê mêhvanê Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm bûn û fitara xwe li Koşka Selam vekirin.Serokomarê Iraqê di dema daxuyaniya çapemeniyê de bersiv da pirsên peyamnêrê Rûdawê.Gelo ji bo aliyên Kurdistanî biryar hatiye dayîn şandek were pêkanîn ji bo guftûgoya li gel aliyên Iraqî?Divê em hewl bidin, ku şandek ji Kurdistanê bikeve guftûgoyan. Bêguman hewldanên niha yên hinek hêzên Kurdî dilê me xweş dike û hêviya min hebû, ku yên din jî di nava vê şandê de bin. Lê diyar e heta niha wan qebûl nekiriye. Divê hewl bidin ew jî beşdarî civînan bibin.Gelo eger heye, ku dema pêş şandeke hevbeş a Kurdistanê were Bexdayê?Hêviya min ji bo vê yekê heye û bi nêrîna min keşûhewaya Kurdistanê jî vê yekê dixwaze û divê wiha be.Gelo ji bo pêkanîna hikûmeta nû Kurdan nêrîna xwe zelal kirine? Kurd dê piştgiriyê bidin kîjan aliyê û li ser kîjan esasan piştgirî bidin?Hêj zû ye em behsa vê yekê bikin. Bi qasî ku ez fêm dikim hevdîtinên niha zêdetir li ser çareseriya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de ye. Ne ji bo wê yekê ye ka dê kîjan alî çi pile û postê werbigre.Ji bo çareseriya pirsgirêkan û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bandora welatên cîhanê çi ye?Bi baweriya min piraniya welatên cîhanê jî dixwazin rewşa Iraqê aram û seqamgîr be û ber bi pêşve here.Rudaw

Back to top button