Cîhan

Amerika êrîşê hêzên rejima Suriye kir

Ajansa rejima Suriye ya fermi ragihand ku, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bingehên artêşa Sûryê li El-Bûkemal û gundê Himêmiyê bomberduman kirin û gelek ziyanên madî li wan bingehan bûne.Navenda Ragihandina Cengî ya ser bi Wezareta Berevaniya Sûryê ve, ragihand ku Hevpeymaniya Navdewletî êrîşî du bingehên artêşê li kargeha T2 ya enerciyê kiriye.Duh jî Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan diyar kir, ku li Dêra Zorê şer û pevçûn di navbera artêşa Sûryê û hêzên Sûrya Demokrat de çêbûne, lê ti zanyariyên din derbarê hûrkarî û ziyanên wî şerî neda.Ev sêyem car e ku ku Hevpeymaniya Navdewletî êrîşî hêzên Rêjîmê û yên alîgirên wê li parêzgeha Dêra Zorê dike, di 18 Êlûna 2016an de, firokeyên cengî yên Amerîkî li nêzîkî bajarê Dêra Zorê êrîşî hêzên rêjîma Sûryê kirin û di encamê de, li gorî rojnameya Yenî Şefeq ya Tirkiyê, bi kêmanî 7 serbazên hêzên taybet yên Rûsî hatin kuştin û bêtirî 20 çekdarên milîsên Şî`e yên ser bi Îranê ve jî hatin kuştin.Sibata îsal jî ajansa Reuters ragihand, ku firokeyên Amerîkî êrîşeke tund li Dêra Zorê encam dan, dema ku milîsên alîgirên rêjîma Sûryê xwestin nêzîkî navenda fermandariya HSD bibin, ku hejmarek ji şêwirmendên Amerîkî jî li wê navendê bûn.Herwiha Reutersê diyar kir, ku di wê êrîşê de, nêzîkî 300 kesên Rûsî yan hatin kuştin yan jî birîndar bûn.

Back to top button