Polîtîk

Em wek Kurd dixwazin kursiyê serokmar ji me re be

Şandeke PDKê ji bo naskirina helwest û nêrîna aliyên serkeftî di hilbijartinan de, çû Bexdayê û serokê wê şandê Fazil Mîranî jî dibêje, ew aliyê ku daxwazên Kurdistanê cîbicî bike ew dê piştgiriyê lê bikin.Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ji medyayên Kurdistanê re ragihand: “Biryar bû Nêçîrvan Barzanî çûba serokatiya vê şandê kirba, lê wisa çêbû ku em hatin Bexdayê.”Mîranî wiha got: “Em wek PDK heta niha piştgiriyê li aliyekî yan kesekî diyarkirî nakin ku hikûmeta nû ya Iraqê pêk bîne, lê belê em piştgiriyê li wî alî dikin yê ku daxwazên Kurdistanê nas bike û cîbicî bike.”Fazil Mîranî ragihand: “Aliyên Kurdistanî kesî bersiva PDKê neda ku em bi şandeke Kurdistanî bên Bexdayê, lewma me biryar da ku em bi şandeke PDKê serdana Bexdayê bikin.”Mîranî ragihand: “Em wek Kurd dixwazin kursiyê serokmar ji me re be û em kursiyê serokê parlamentoyê naxwazin.” 

Back to top button