Kultur

Li Bedlîsê Xana Xisro Paşa ya dîrokî hate vekirin

Ji aliyê Zanîngeha Bedlîsê ve Xana Xisro Paşa ya dîrokî piştî retorasyon û nûjenkirinê ji bo xizmeta civakê hate vekirin.

Xana Xisro Paşa li sedsala 16 an de li navbera bajarên Tatwan û Bedlîsê de ji aliyê Mîrê Mîranê wê demê Xisro Paşa ve hatibû çêkirin û bi salan ji bo karwanan wekî xan hatibû bikaranîn û piştî nûjenkirinê, niha wê ji bo xizmeta civakê bête bikaranîn.

Hêjayî gotinêye ku Xana Xisro li ser 6 hezar û 400 metir dû ca(m2) hatiye avakirin û ji ber ku li ser rêya dîrokiya hevrîşim bû, ji bo karvanan mazuvanî kiriye.

Back to top button