Polîtîk
Li Mersînê jî BDP û CHP hevpeymanin
Ji bo hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê li bajarê Mersînê jî BDP û CHP hevpeymaniyê kirine û bi awayeke eşkere jî afîşan belav kirine.
Li ser van afîşan de ji bilî dirûşma “Yaşasın halkların kardeşliği” (Bijî Biratiya Gelan) logo û remzên BDP û CHP pêkve hatine destnîşan kirin.
Hêjayî gotinêye ku li gelek bajarên din jî BDP, MHP û CHP dijî AKP hevpeymaniyên veşartî pêkanîne û CHP û MHP yek ji wan partiyên herî kevnare ku bi salan zulm û zordariyeke mezin li gelê Kurd kirine.


