Civak
Li Mereşê diziyên pez û çêlekan zêde bûye
Li gundekî bajarê Mereşa Bakûrê Kurdistanê li hember zêdebûna diziyên ajalan gundî bi tivingên xwe rojane pasevaniyê û nobetê digrin.
Gundiyên ku li hember dizîna pez, mer û çêlekên xwe bêzar bûne, çendîn caran gileyiyê kirine lê heta niha dizên wan nehatine girtin û dizî li herêmê wan roj bi roj zêde bûye.
Gundiyek bi navê Abdullah Bozdoğan dibêje: “Heta niha 15 ajalên min hatine dizîn, cara dawî em pê hesiyan û bi tivingan me êrîşî wan û wan jî bi tivingan bersîva me dan û reviyan. Em dixwazin rayedarên dewletê kamerayên parastinê deynin nava gund û ew dizên ajalan bêne girtin.