Civak

Li Bedlîsê 15 termên din hatin derxistin

Li Bedlîsê piştî kolandina di herêma diyarkiriyê de hestiyên 15 kesên din hatin derxistin.

Li Bedlîsê lêkolîna duwemîn ya gora tomarkiriyê îro bi danê sibê destpêkir. Piştî kolandinê hestiyên 15 kesên din jî hatin derxistin.

Sekreterê Giştiyê Baroya Bedlîsê Parêz Burhan Aksoy di qada lêkolînê de wek çavdêr dimîne. Aksoy di derbarê lêkolînê de ji rojnamevan re got: Li ser rêya Mutkiyê lêkolînekî hate kirin û piştî lêkolînê gelek hestiyên nû hatin dîtin.

Aksoy da zanîn ku ji hefteyekî vir ve xebatên me didome û ji ber îhtîmala teqîna gaza metan jî gelek car xebatên me hatîbû sakinandin lê xebatên me ji do ve ji nû ve destpêkir.

Aksoy balkişand li ser xebatên kolandinê diyar kir ku îro bi danê sibê xebatên me bi makineyên giran destpêkir û  bê navber jî didome. Heta niha gelek hestiyên nû hatin derxistin.

Aksoy wiha berdewam kir: Li Motkiyê ji 6 rojan ta niha xebatên kolandinê di bin çavdêriya serdozgeriyê de didome. Îro hestiyên nû hate derxistin. Cihê ku hestî heta dîtin xebatên firehkirina qadê jî tên kirin. Dibêjin ku li vir termên 8 kesan hene. Serdozgerî bi awayekî rêkûpêk li ser xebatê disekine. Îhtimalek mezine ku xebatên me heta sibê êvarê bidome. Em li bendêne ku hestiyên 8 kesan derkeve. Hestiyên ku hatin derxistin ji Saziyê Tip ya Adlî re bên şiyandin. Piştî lêkolînê xwediyê hestiyan jî yek bi yek derkevin holê.

Piştî termên 15 kesên din hêjmarê termên ku li herêma Motkiyê tên derxistin gihîşt 27 kesan.

Back to top button