Civak
Li Başûrê Kurdistanê hemwelatî êrîşa Îranê şermezar dikin

Li navçeya Şêxan a Herêma Kurdistana Iraqê ji bo şermezarkirina êrîşa mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê li ser Hewlêrê, xwepêşandanek hat lidarxistin.
Xwepêşenderek dibêje: “Em îro beşdarî vê xwenîşandanê bûn ji bo şermezarkirina êrîşa mûşekî ya li ser Herêma Kurdistanê .” Em bi hêvî ne ku hikûmeta Iraqê helwesteke cidî nîşan bide û rê li ber van êrîşan bigire.
Di xwepêşandanê de êrîşa rejîma Îslamî ya Îranê li ser Herêma Kurdistanê hat şermezarkirin.