Cîhan

Erdogan û Reîsî civiyan

Di serdana xwe ya Tirkiye de serokkomarê ÎranêÎbrahim Reîsî û serokkkomarê Tirkiye Erdogan li gel hev 10 peyman îmzekirin û piştî hevdîtinê civînek çapemeniyê li darxistin.

Erdogan bi rewresmek fermîpêşwaziya serokkomarê Îranê kir û piştîrewrismê dest civînê kirin.Piştî civînê civineka çapemeniyê li darxistin. Erdogan got: Em gelek kêfxweş in ku em li Enqereyê mazûvaniya Serokomar û heyeta pê re dikin. Ez êrîşa terorîstî ya hovane ya ku di 3ê Çile de li Kermanê pêk hatî şermezar dikim. Ez dixwazim bibêjim ku Tirkiye di têkoşîna li dijî terorê de li kêleka Îranê ye.

Berdewamiya axvtina xwe de Erdogan got: Em giringiyê didin kûrkirina peywendiyên xwe bi cîranê xwe Îranê re li ser esasê bawerî û berjewendiyên hevbeş. Me di hevdîtinên xwe de careke din ev ê piştrast kir.

Di hevdîtinên xwe de me behsa gavên ku ji bo di zûtirîn dem de êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê biqede, hatin avêtin. Me bal kişand ser girîngiya xurtkirina hevkariya xwe ya li dijî PKK/PYD/YPG û PJAKê ku ewlehiya welat û herêma me dike hedef. Me li ser giringiya dûrxistina gavên ku zêdetir gefê li ewlehî û îstiqrara herêma me dike, li hev kir.

Reîsî jî di axavtina xwe de got: Armanca me ew e ku qebareya bazirganiyê ya bi Tirkiyeyê re bibe 30 milyar dolar. Pişgiriya gelê Tirkiyeyê ya li dijî zilmê ya li ser Filistînê cihê teqdîrek mezin e. Reîsî got, “Em dixwazin têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê ra derxînin asteke pêştir. Di têkoşîna li dijî terorê, tiryakê û sûcên organîze de me îradeya xwe nîşan da.Ewlehiya Tirkiyeyê ewlehiya me ye.”

Back to top button