Neviyê Şêx Saîd ji partiya Refahê bû namzed

Neviyê Şêx Saîd, kurê wezîrê berê Alî Riza Septioglu û parlamenterê berê yê AK Partiyê Faruk Septioglu tev li YRPê bû. Erbakan ragihand ku Septioglu namzedê şaredariya Elezîzê ye.
Partiya Refahê (YRP) veguhertinên xwe yên beriya hilbijartinên herêmî didomîne.
Herî dawî neviyê Şêx Seîd Faruk Septioglu tev li Partiya Refahê bû û bû namzetê Şaredariya Elezîzê.
Namzediya Septioglu ji teref Serokê Giştî yê Partiya Refahê Fatîh Erbakan ve hat eşkerekirin.
Erbakan di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medya civakî de wiha got: “Faruk Septioglu, kurê parlementerê Elezîzê nemir Alî Riza Septioglu bû endamê partiya me û bû namzedê me yê şaredariya Elezîzê. Em serokê xwe yê birêz pîroz dikin û xizmetên baş jê dixwazin”.
Faruk Septioglu ku di heyamên 23 û 24an de ji AK Partiyê parlementerê Elezîzê bû, di heman demê de kurê Alî Riza Septiogluyê wezîrê berê yê dewletê û kurê Şehy Saîd e ku di partiyên wek Partiya Edaletê de siyaset dikir.