Li Başûr PAKê pîrozbahiya PDKê kir
PAKê Bi Minasebata 71emîn Salvegera Damezrandina PDKyê, Seredana PDKê KirEndamê Komîteya Birevebarîya Navendî ya PAKê rêzdar Orhan Kaya, li gel endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê rêzdar Temo Ayas, roja 16.08.2017an ji bo pîrozbahîya 71emîn salvegera damezrandina PDKyê, li Hewlêrê seredana Mekteb Eleqat a PDKyê kir.Endamê Mekteba Sîyasîya ya PDKyê rêzdar Kemal Kerkûkî û Berpirsê Mekteb Eleqatê rêzdar Elî Huseyîn pêşewazîya heyeta PAKê kirin.Rêzdar Orhan Kaya 71emîn salvegara damezrandina PDKyê pîroz kir û dubare piştgirîya xwe ji bo referandûmê û ji bo ‘’Erê’’ya serxwebûnê anî ziman.Rêzdaran Kemal Kerkûkî û Elî Huseyîn jî spasîya heyeta PAKê kirin û piştgirîya referandûma serxwebûnê weke helwesteke netewî û pîroz bi nav kirin.16.08.2017 Buroya Çapemnî û Ragehandinê ya PAKê