Polîtîk

Peyama Nêçîrvan Barzanî

Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi minasibeta 16ê tebaxê roja damezrandina PDKê, di peyamekê de pîrozbahiyê li tev kadiro, endam, dost û alîgirên Partiyê dike û bi taybetî vê minasibetê li malbatên şehîdan bi germî pîroz dike û soz dide ku li ser rêbaza wan ya pîroz berdewam be.Teksta peyamê:Bi vê minasibeta pîroz, 16ê tebaxa, 71-saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, gerimtirîn pîrozbahiyê li tev kadir, endam, dost û alîgirên partiya me dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên mêrxas dikim, ev roj li tev çîn, katagorî û pêkhateyên Kurdistanê pîroz be.Di vê yada pîroz de, em bejna xwe li hember canê paqijê şehîdan diçemînin û sozê ji wan re didin ku, heta bidestxistina hêvî û xewina dêrîna gelê me li Kurdistaneke serbixwe aştîxwaz û pêşkeftî di bin konê pêkvejiyan, edalet, xweşjiyanî û pêşkeftina berdewam ji bo tev pêkhateyên cudayên Kurdistanê, li ser rêbaza wan ya pîroz berdewam bin.Ji bo partiya me şanaziye ku, di vê rewşa dîrokî de, weke hertim rola pêşnega xwe di pirsesa serxwebûn û serweriya neteweyî de dilîze. Beşdariya kadiro û endamên partiya me di vê pirosesê de belgeya dilsozî û wefadariyê ji bo rêbaza pîroza Partî û Parzanî ye.

Back to top button