Tenê rêya serxwebûnê li pêşiya Kurdistanê maye

Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî bi minasebeta  salvegera 71ê ya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyamek ji bo gelên Kurdistanê ragihand. Barzanî di peyama xwe de got: Baştirîn dilsozî li hemberî xwîna şehîdan serxwebûna Kurdistanê ye ku armanca PDKê ye û tenê ew rê li pêşiya Kurdistanê maye.Îro, Sêşemê 15.08.2017 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya 71emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyamek belav kir tê de ragihand, gelê Kurdistanê ji bilî serxwebûnê ti riyeke din lê pêş nîne. Herwiha got, baştirîn dilsozî û bersiv bo xwîna şehîdan û qurbaniyên gel, serxwebûna Kurdistanê ye.Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya roja 16 Tebaxê, 71emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe araste Kadro, endam û alîgirên PDKê dikim. Pîrozbahiyê li xwediyên serbilind ên şehîd û Pêşmergeyên Qehreman û hemû çîn û pêkhateyên Kurdistanê dikim.”Serok Barzanî got: “PDKê ji destpêka damezrandinê ve û heta niha amrazek bû, bo bidesthênana armancên demokratî, niştimanî û netewî yên gelê Kurdistanê û di heman demê de jî hevşan ligel hêzên têkoşer û niştîmanperwer ên din ên Kurdistanê amraza bergîrîkirinê bûye bo maf û pênaseya gelê Kurdistanê di hemû qonaxan de.”Herwiha got jî: “PDK bi durişm û kirê xwe pêşneg û hilgirê berpirsayetiyê bûye di qonaxên girîng ên xebata gelê Kurdistanê de û niha jî di qonaxa avakirin, şerê terorê û gavên berve serxwebûnê de bi şanazî xwedî heman erk û rol e û di vê riyê de qurbaniyên bêhejmar daye.”Serok Barzanî di beşeke din ya peyamê de got: “Di vê boneyê de bi pêwîstî dizanim spasiya xweragirî û bêwestana cemawerê PDKê û hemû xelkê Kurdistanê bikim. Ew xweragirî dihêle em di gavên berve ayînde û karkirin bo misogerkirina mafên rewa ya gelê me bavêjin. Wê jî dupat dikim ku baştirîn dilsozî û bersiv bo xwîna şehîdan û qurbaniyên gel, serxwebûna Kurdistanê ye. Serxwebûna Kurdistanê, aştî û pêkvejiyan armanca PDKê ye û di wê riyê de amadehiya hemû qurbaniyekê bo gihêştina wan armancên PDKê bi yekrêzî û tebaya navxweyîya Kurdistanê heye.”Di dawiyê peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye: “Daxwaz ji endam û alîgirên PDKê dikim, ku bi hemû karînên xwe hevşan ligel hemû xelkê Kurdistanê piştevanê proseya serxwebûn û referandûmê bin, ji ber ku ji bilî serxwebûnê, gelê Kurdistanê ti riyeke din li pêş nîne, ew jî di bin navê dubare nebûna karesatan û peydabûna aştî û geşepêdanê.”

Nerîna min :