Li Bakurê Kurdistanê bajarê Çewlikê erhejek bi hêz pêkhat û li gora daxûyaniya dezgehên erhejê pileya wê 5.2 bû.Berpirsê AFADê da xûyakirin ku, li navçeya Gêxî ya Çewlikê di demjimêr 21:28ê de bi pileya 5.2 erdhej çêbû.
Ev erdhej 15 kilometreyî di kûrahiya erdê de pêkhatiye û li bajarên derdor jî hatiya hiskirin. Di dema erhejê de gelek xelk ji malên xwe derketin derve û beşek ji xelkê şeva xwe ji derve bûrandin. Ji bi metirsiyê neketin di nava xaniyan de. Erdhej li bajarên wek Elezîz, Diyarbekir, Erzîngan, Dêrsim, Erzirom, Meletî, Bedlîs û Sêrtê jî hat hîskirin.
Dezgehê çavderiya Erdhejê ya Tirkiye da xûyakirin ku erdhej pileya 5.3 de pêkhatiye.