PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Şanda Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletî civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz John Godfrey Nûnerê Taybetiyê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş bi wekalet û şanda li gel da kir.

Li civînê de pêşketinên dawî yên rûbirûbûna terorê û gef û tevgerên Da’îş li Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser pêwîstiya çirkirina hewlan û alîkarî û mekanîzmeke çalak ya hemahengiya navbera artêşa Iraq û Pêşmerge bi piştgîriya hêzên hevpeymanan ya ji bo ji navbirina yekcarekiya Da’îş, bi taybetî li navçeyên valahiyên emnî kir.

Her du alî hevra bûn ku berdewamiya êrîşên Da’îş gefên rastî û metirsiyên ciddîne ji bo asayîş û aramiya Iraq û Sûriye, Rojhilata Navîn û navçeyê û her wiha ji bo welatên Efrîka jî, ji bo wê yekê dakokiyê li wê yekê kirin ku şerê dijî Da’îş û tundrewî bi tenê li rêya serbazî ve nabê, belkû divê rê li sedemên serhildana terorê û tundrewiyê bê girtin. Li vî derbarî de balkişandin li ser rewşa kempa Hol li Sûriye û tekez li ser pêwîstiya karkirina ji bo rêgiriya li bingehên tundrewiyê kirin.

Girîngiya yarmetîdan û hevkarîkirina vegerana koçberên şerê Da’îş ya cihên wan, dûbarebûna bi armancgirtina hêzên Amerîka û hevpeymanan li Iraqê, hewl û hevbeşî û alîkariya hemû aliyan ya ji bo parastina aramiya li navçeyê, rewşa niha û paşeroja Sûriye û pirsa Kurd li wî welatî, konferansa heftiya bê ya Wezîrên welatên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş li Roma û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, beşeke dinê civînê bûn ku birêz Konsolê Giştiyê Amerîka li Hewlêr jî têda amade bû.

Back to top button