Li Amûdê êrîşî nivîsgehên ENKS û PDK-Sê hat kirin
Alîgirên PKKê Ala Kurdistanê li ser avahiya PDKSê li Amûdê anîn xwar , armeya ENKSê dirandin û weneyê Ocalan daliqandin..
Xwecihiya ENKSê ya Amûdê ji Welat TV re ragihand, “Armeya nivîsîngeha xwecihiya Amûdê ya ENKSê hat dirandin û wêneya Ebdulah Ocelan li ser deriyê wê hat danîn, her weha ala Kurdistanê li ser nivîsîngeha li wî bajarî hat daxistin û li cihê alê wêneya Ocelan hat daleqandin”.
Da zanîn, “vê sibehê dema hevalekî wan çûye deriyê nivîsîngehê veke dîtiye ku armeya nivîsîngeha wan hatiye dirandin û wêneya rêberê PKKê bi derî ve hatiye kirin”.
Diyar jî kir, “piştî bûyerê asayiş hatiye û ji wan re gotiye ew karekî xirab e û dê lêkolînê bikin”.
Jêderekê ji Nivîsîngeha PDK-Sê ya Amûdê diyar kir ku “Serê sibeha îro hin kesên nenas ala Kurdistanê li ser nivîngeha wan anî xwar û li cihê wê wêneya Ocelan hatiye danîn”.
Duh li bajarê Amûdê jî wek hemû bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê xelkê li ser daxwaza Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê roja ala Kurdistanê vejandibûn.


