Civak

Li Amudê êrîşê avahiya PDKS kirin

Hejmarek çekdaran li bajarê Amûdê avêtin ser binkeyê Partiya Demokrata Kurdistan a Sûriyê (PDK-S) û keresteyê nav binkeyê heyî birin. PDK-S jî çekdarên PYDê tometbar dike. PDK-Sê ragehand û wêneyekê jî ji BasNewsê re hate rêkirin: ‘’Di çarçoveya avêtina ser binke û bûroyên partiyên Kurdî û çarçoveya xirapkariya berdewam li hember gelê kurd û pirsa wî ya netewî de, çend çekdarên ku nayên naskirin avêtin ser bûroya partiya me ya li Amûdê û keresteyên di nav bûroyê de dizîn.’’ Herwaha PDK-S avêtina ser bûroyan xwe dixe stûyê çekdarên PYDê û dibêje: ‘’Ev karê têkbirinê yê çekdarên PYDê digrin ser xwe ku xwe wek hêza çekdar ferz dikin.’’ Ji aliyê din ve rêveberê PDK-Sê Mihemed Seîd Wadî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Endamên partiyê li hember vê pêkanînê ecêb man, dema deriyê bûroyê vekirin û dîtin hemû keresteyê nav bûroyê hatiye birin û derî û pencere hatine şikandin.’’ Herwaha got: ‘’Hemû îşaretên ku heyî diyar dikin ku, ên ku em lê gumanê dikin şarazane li têkdan û tolhildanê.’’  

Back to top button