Hêzên amerika û hinek welatên Awropayî operasyonên li dijê DAÎŞê li sê nawendên bingehîn pêktînin.Feluca cihek bingehîn yê di destê DAÎŞê de ye. Hêzên girêdayî  Bexdayê di pêşkêşî û pişgiriya Amerika û Îranê de çarnikarê bajarê Feluca girtine. Ketina Feluca li ser roja heta demjimêra maye. Xelkê sivîl heta ku dikare ji bajêr direvin.Hêşta Şeebî hêzek leşkerî girêdayê Bexdayê ye û hemû ji Şîa pêkhatiye. Dema dikevin deverek Sune lêne tedariyek mezin li xelkê dikin û ji DAÎŞê ne kêmtir bûyerên hovitî dikin. Ji bo wê jî Sune naxwazin Heşda Şebî tevlî operasyonên li dijê DAÎŞê bibe.Lê hêza leşkerî ya Baxdayê ye. Piraniya cara efserên Îranî serpereştiya Heşda Şebi dikin.Li Feluca Amerîka û Îranê li dijê DAÎŞê mil didin hev û şer dikin.Ji aliyek din li Suriye Bajarê Reqayê wek paytextê DAÎŞê ye. Hêzên rejima Suriye, Hizbullah a Libnanê û efserên Îranê bi pişgiriya Rusya êrîşê Reqayê dikin. Ji aliyek din ve HDS ku YPG jî di navd cih digre bi pişgiriya Amerika û Fransa êrîşê Reqayê dikin.Ji bo Reqayê vekirî pêwendiya Amerika û Rusya û herweha Amerika rejima Suriye li gel hev heye. Îran jî di nav vê hevpeymaniya nenivîsî de ye.Reqa ha ket ha bikeve. Lê piştî ketina Reqayê di rewş çibe nayê zanin. Raqa dê bikeve di bin desthilatdariya rejima Suri yan hêzên din. Pirsa herî girîng ewe ku, karê YPGê li Reqayê çîye? Reqa ne kurdin û ne Kurdistane. Tucara namînê ji Kurdare jî. Amerîka tenê feydê ji hêzbûna leşkerî ya YPGê dike û wan bi kar tîne? Yan jî rastî YPGêbazarek li gel Amerîka kiriye? Dê piştî ketina Reqayê ev bê dîtin.Musil bajrek herî girîng û stratejik e di destê DAÎŞê de.Ji aliyê aborî ve jî DAÎŞ gelek bi hêztir kiriye. Amerîka dixwazê tişta li Feluca û Reqayê kirî li himber Musilê jî bike . Heta ji Iraqiyan hêzek taybet ji bo Musil amade kiriye.Lê li Musil rewş cudaye. Derdora Musilê cihê ku Kurdistanê û Kurd lê dijîn ji aliyê Pêşmergeyan ve hatiye azad kirin û ev dever di destê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de ne. Heta Pêşmerge bi awayekî têkil operasyona Musilê nebin gelek zehmete ku DAÎŞ ji Musilê bê pakij kirin.Di derbarê operasyona Musil û tevlîbûna pêşmerge de, gelek hevdîtin di navbera Amerika û hukumeta Kurdistanê de têne kirin.Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dibêje: Heta em ji bo pêvajoya piştî azad kirina Musilê li hev nekin em tevlî operasyonê nabin. Yanî bi awayek din vekirî Barzanî ji bo berjewendiya Kurdistanê bazarê dike. Niha ew hêza bazarê di destê Kurdên Başûr de heye.Ji bo vê yekê  kurd bê bazar tevlî operasyona Reqayê dibin û di vê derbarê de tiştek nayê zanîn. Di rastiyê de nayê zanin ji ber ku tuneye. Lê li Musil Kurd bazarê dikin. Musil azad bibe divê kurd bizanibin piştre çarenusê Kurda çiye.Amerika di şerê dijê DAÎŞê de Îranê re, Rusya re û rejima Suriye re pêwendiyê dike. Li herêmê rejima Bexdayê di bingehê xwede di nav eniya Îran, Srî û Rusya de cih digre. Lê mecburê Amerikane . Kurd jî di nava vê seneryoya tarî û tevlîhev de dileyzin.Armanca Amerika û welatên Ewropa rûxandina hêza DAÎŞê ye. Ew welatê xwe li Iraqê û Suriye li himber êrîşên DAÎŞê diparêzin.  Wan eniya şerê dijê DAÎŞê ji bo parastina welatû hemwelatiyên xwe li Suriye û Iraqê danine. Li herêmê hêza tenê kariya DAÎŞê bişkine kurdin. Ji Amerika di şerê dijê DAÎşê de mecburê Kurdaye. Lê Kurd jî divê li gora bejewendiyên xwe vê rewşê bi karbînin.Tê zanin ku Barzanî bazara serxwebûna Kurdistanê li gel Amerika û welatên Ewropa dike. Amerika vekirî li dijê serxwebuna Kurdistanê nasekine , lê pişgirîyê jî nake. Dema serokê Kurdistanê li Qesra sipî behsa serxwebûna serokê Amerika Barak Obama kirî, Obama bi germî pêwaziya vê daxwaziye nekibû. Lê Barzanî dibêje: Ez û tu jî nexwazin dê kurd serxwebuna xwe ragihînin. Nûçe/Analîz-Rojevakurd  

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: