Civak

Li Amêdiyê 4 dikan û li Silêmaniyê senterek masajê hatin şewitandin

Li Amêdiyê 4 dikan û li Silêmaniyê senterek masajê hatin şewitandin

Li bajarokê Dêrelokê yê girêdayî Amêdiyê grûpeke xurtan êrîş bi ser dikanên meyfirûştinê û hijmaeke dikanan şewitandin

 

Li gor çavkaniyan, duhî bi şevê nêzîkî 30-40 xurtan êrîş bir ser dikanên meyfiroştinê li bajarokê Dêrelokê û 3-4 dikan şewitandin. Lê hêzên polîs gihiştin cîyê bûyerê rewş kontrol kir..

Her dduhî, li bajarê Silêmaniyê snterekeê masajê ku dikeve ser cadeya Melik Mehmûd ji aliyê çend kesên ne naskirî ve hat şewitandin.

Xalid Mawetî rêvebirê asayîşa bajarê Silêmaiy di daxuyaniyekê de got ku duhî bi şevî grûpeke xurtan êrîş kir ser senterê masajê li ser cadeya Melik Mehmûd û şewitand û got:

Grûpeke xurtan êrîş kir ser senterê masajê li destpêkê bi keviran camên senterî şikandin û pêşî agir pê xist. Di wê demê de senterê masajê kar nedikir û ziyanên canî nînin. 

Weke tê zanîn roja îniya çûyî, bi fetwayeke melayekî, xelkê bajarê Zaxoyê êrîş kir ser senterên msajê, dikanên meyfirştinê û hotel û gazînoyan û ew şewitandin.  Cemawerê Kurdistanê Yekgirtuya Îslamiay Kurdistanê bi van kiryarên têkder tawanbar dikin. 

Serok Barzanî jî ji bo aramkirina rewşa duhî serdana Zaxo û Duhokê kir û ji bo lêkolîna wan bûyeran biryar da ku komîteyek bê pêkanîn.

Back to top button