Civak
Li Amedê postaxaneyek hate şelandin
Li Amedê şaxekî PTT ji aliyê kesekî rûpoş û biçek ve hatiye şelandin.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin li navçeya Baxlarê kesekî biçekê rûpoş hate şaxe PTT ya li ser kolana Senatoyê û li vir peywirdaran bi mirinê tehdît kir û peywirdaran girt bin kontrola xwe. Şêlanker piştî stendina çend desteyek pere ji bankayê ber bi kuçeyan ve bi peyatî reviya.
Polês li ser şopên tiliyê şêlanker lêkolîn dike û ji bo girtina şêlankerê jî operasyonek dan destpêkirin.
Piştî bûyerê Gerînendeyê Ewlekariyê Amedê jî hate cihê bûyerê û li derûdora postaxaneyê lêkolînek kir.
Li Amedê di nava 2 salan de 13 cihên wekî banq û postaxane hatine şelandin.