Civak

LI Amedê li dijê Îsrail xwepeşandanek hate kirin!

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê û kuştina Îsmaîl Haniye li Amedê hat protestokirin.

Piştî ku Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye ku li Îranê di encama sûîqestekê de hate kuştin,li gelek bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê xwepêşandan hatin li darxistin. LI Amedê, Batmanê,Eleziz, Sêrt Bilîs ,Wan,Mêrdîn û hinek bajarên din jî xwepêşandan çêbûn. Xwepêşandanek girsehî li Amedê jî pêkhat.

Li Amedê bi hezaran kes li Bulvara Firatê ya navçeya Kayapinarê li hev civiyan û heta ber navenda bazirganiyê ya li ser Bulvara Taxanû meşiyan. Kom bi alayên Filistînê yên di destên xwe de bi wêneyên Îsmaîl Heniye re meşiyan, tekbîr avêtin û li dijî Îsraîlê slogan avêtin.

Li ser navê organîzatorên xwepêşandanê Koordînatorê Weqfa Sêwiya Cemîl Cahît Ûnsal axivî û got, “Di dîroka mirovahiyê de yek ji trajediya herî mezin li Xeze û li tevahiya Filistînê diqewime. Çeteyên siyonîst û terorîstên siyonîst ên ku piştgiriya cîhana rojava û hemû hikûmetên xerab ên dijminê Îslamê ne, bêyî ku ti sînoran û tu rêgezên hiqûqî û exlaqî yên navneteweyî nas bikin, li dijî gelê Misliman ên Filistînê jenosîdê dikin. Werin em bi hemû hêza xwe ambargoyê deynin ser siyonîstan, dijminên herî dijwar ên umeta Îslamê, piştgirên wan, şîrketên wan, berhemên wan şîrketan, çi navxweyî çi biyanî bin. Werin em hewl bidin ku wan di warê aborî de hilweşînin. “Em bi pereyên xwe nebin alîgirê jenosîda siyonîstan.

Back to top button