Polîtîk

Dengên AK Partiyê kûve diçin..?

Serokê dezgehê lêkolînê MetroPOLLê Ozer Sencar encamên rapirsîna xwe ya ku di navbera rojên 12-16ê Tîrmehê de li 28 parêzgehan bi tevahî hezar û 699 kesan hatî kirin eşkere kir.

Hilbijêrên hilbijartina 2023ê de deng dayîn AK Partiyê îro terciha wan hatiye guhertin. Dixweyê ji sedî 17 terciha hilbijêrên AK Partiyê hatiye guhertin. Ji wan % 2.3 berê xwe dane CHPê û % 11 jî berbi yên bê biryar ve çûne.

Di rapirsînê de ji beşdaran hat pirsîn: “Eger vê yekşemê hilbijartina parlementoyê çêbibe hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”

Yên dibêjin ku emê cardin dengê xwe bidin AK Partiyê ji sedî 53.3 ye. Yên dibêjin emê dengê xwe bidin CHPê ji sedî 6.4 e. MHP: %2.5, IYI Parti: % 1.6, DEM: %1.0 Yên din: % 4.9 Yên ku hêja bê biryarin : % 30.3

Back to top button