Civak
Balyozê berê yê Amerikayê ji bo azadkirina Êzdiyan spasiya serok Barzanî dike
Ji balyozê berê yê Amerîka ji bo Serok Barzanî: Spas ji bo wêrekiya we, serbilind im ku li gel we me.
Balyozê berê yê Amerîka li Kirwatya ku behsa rola Serok Barzanî di azadkirina Şingalê û şerê li dijî DAIŞê de kir, ragihand, ez şanaz im ku di wan rojên reş de li gel we bûm.
Peter Galbraith Balyozê berê yê Amerîka li Kirwatya û dostê Kurdan di peyamekê de li ser tora civakî ya X de spasiya Serok Barzanî kir ku serkirdayetiya şerê dijî DAIŞê kiriye.
Galbraith ji Serok Barzanî re nivîsî: “Spas ji bo wêrekiya we ya di pêşengiya şerê rizgarkirina Êzdiyan de.