Cîhan

Hizbullaha Libnanê bi dehan roket avêtin Îsraîl.!

Di dema ku bi dehan roket ji başûrê Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin, pergala berevaniya hewayî ya Îsraîlê hate dîtin ku roketan asteng kirin.

Bi dehan roket ji başûrê Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.

Hate dîtin ku sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê roketên ku hatine avêtin îmha kirine. Dema ku roketên navbirî şopên ronahiyê li hewa hiştin, di encama teqînan de çirûs li derdorê belav bûn.

Artêşa Îsraîlê bi şev herî kêm du caran fîşekên ronahiyê avêtin herêma sînor.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, bi dehan roketên ku ji başûrê Lubnanê hatin avêtin, hatin îmhakirin.

Îsraîl ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir va êrîşên xwe yên li ser Şerîda Gazzeyê didomîne, li ser sînorê bakur jî bi Hîzbûllaha Lubnanê ra şer dike.

Rageşiya zêde ya leşkerî li ser xeta sînorê di navbera Îsraîl û Lubnanê de ku jê re “Xeta Şîn” tê gotin, derketiye asta rherî bilind.

Piştî ku rêveberiya Tel Avîvê fermandarê payebilind ê Hizbullah Fûad Şukûr di êrîşeke hewayî ya li ser Beyrûtê de kuşt û Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Henîyye li Tehranê hat kuştin, Lubnanê jî “bersiva tund” ji Hizbullah û Îranê wergirt. (

Back to top button