Polîtîk
Hêzên Rûsî û Sûrî bingehek leşkerî li Kobanê ava kirin
Cîgirê Rêveberê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê Albay Oleg Ignasyuk di daxuyaniyekê de got, “Hêzên Rûsyayê û hêzên Sûriyeyê avakirina baregeheke leşkerî li nêzîkî Kobanî temam kirine.”
Li gorî Albay Oleg Ignasyuk, avakirina vê baregeha leşkerî, di çarçoveya çavdêrîkirin agirbestê di navbera aliyan de ye.”
Tevî ku ji sala 2012an ve hêzên hikumeta rêjîmê ji Kobanê vekişyabûn, lê di sala 2019an de careke din hêzên rêjîmê derbasî herêmê bûn.
Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî, ji bilî vê baregehê, hêzên Rûsî di Hezîrana borî de, du baregehên din li gundên Bîr Hiso û çiyayê El-Îza’a li rojavayê Kobanî ava kiribûn.