Polîtîk

Li Amedê alozî

Di dema 15. runiştina Doza KCK’ê de girseyên BDP û polesên Tirk dîsa li kuçe û kolanên Amedê pevçûn. Di pevçûnê de gelek jin û zarok bi awayekî sivik brîndar bûn.

Îro seat di 14.00’an de girseyên alîgirên KCK û BDP piştî mîtîng ali qada Îstasyonên ber bi Dadgehê ve meşiyan. Girse li ber Dadgeha Amedê kom bûn û bi dirûşmên xwe piştgiriya girtiyên KCK’ê dan.

Polêsên Tirk daxwaza belavbûnê ji girse û berprsyarên girseyê kirin lê bi bersivekî neyînî re rû bi rû man. Di dema diyalogê de ji aliyê girseyê ve li ser polêsan bi kevir û bi fîşekên hewayî êrîş hate kirin. Li ser vê yekê polêsên Tirk jî bi bombeyên gazê ve bersiv dan.

Di dema aloziyê de grûbek ji girseyî li ser avahiya Dadgeha Amedê kevir û Molotof kokteylê barandin. Piştî êrîşkirina li ser Dadgehê gelek polêsên Tirk jî brîndar bûn û ji nexweşxaneyên Amedê re hatin rakirin.

Li ber Dadgeha Amedê alozî didome.

Di heman demê de li Colemerg û li Geverê jî, ji aliyê BDP’ê ve daxuyaniyên çapemeniyê hate dayîn. Piştî daxuyaniyê di navbera polês û girseyan de pevçûn derket û li her du bajaran jî alozî didome.

Back to top button