Kultur

Monologa ”Sînema Amûdê” di konferansa Stockholmê de

Sînemekar û Şanoger Kemal Gorgu demek dirêj e li ser monologa ”Dîmenek ji Sînema Amûdê” kar dike. Monolog, tevkûjiya zarokên Kurd di sînema Amûdê de ji xwe re dike mijar.  Monolog, di konferansa navnetewî ya li ser ”Rojavayê Kurdistanê û zextên rejîma Suriyê” tê pêşkêşkirin. Li ser pirsê daxuyaniya Kurdocide Watch-CHAK wisa ye:

”12 sibata 2011, saet 12.00 de li ABF a Stockholmê ji aliyê CHAK Bakur/Rojava, li ser rewşa rojavayê Kurdistanê konferansek navnetewî tê pêkanîn. Em pir kêfxweş in ku, Şanoger û Sînemekarê Kurd Kemal Gorgu monologa xwe di konferansê de pêşkêş dike. Li ser programa konferansê em di demek e nêzîk de agahdariyên berfireh belav bikin. Konferans ji raya giştî re vekirî ye. Em bixêrhatina tevayê Kurda û dostên xwe dikin”.

 

 

EuroKurd News/CHAK Dokumentation Center

Back to top button