Polîtîk
Biden gihat Iraqê
Li gora nûçeyên navxweyîyên Iraqê, dê Josef Biden di dîdar û kombûnên xwe de yên bi berpirsên mezinên Iraqê re, behsa rewşa nû ya Iraqê û pêngavên ayindeyî (pêngavên paşerojê) bike.
Berî vê serdana xwe ya ber bi Iraqê ve, Josef Biden serdana Afganistanê û Pakistanê jî kir û li gora nûçeyan, Josef Biden bi berpirsên avn welatan re behsa pirsa vekişîna hêzên Amerîka yên li van deveran jî kiriye.
Li gora hevhatina navbera Iraqê û Amerîka jî, gerek hêzên çekdarên Amerîka yên li Iraqê di dawîya vê salê de, ji Iraqê derbikevin. Belê weha jî tê xuyakirin, ku dê çend beşên hêzên Amerîka her li Iraqê bimînin.
Piştî bernama Bexdayê Biden dê serdana Kurdistanê jî bike.