14'ê Rêbendan
14’ê Rêbendan
Di sala 1994’an û di rojekî wekê îroyê de Karsaz û Mafyayê navûdeng Behçet Cantürk ji aliyê hêzên tariyê ve hate revandin û piştî rojekî mirina wî hate eşkerekirin.
Behçet Cantürk di sala 1950’an de li Amedê hate dinê. Bavê wî Kurd û diya wî jî Ermeniye. Di sala 1975’an de bû hevkarê xebatên qaçaxçiyan. Di heman salê de di bon kontrola Partiya Komînîst a Tirkiyeyê de organizeya şermezarkirina erdhêja Liceyê kir.
Di heman selê de ji ber pêşigirtina leşkeriyê xwe ji berpisyarên leşkerê re bertîlên mezin da. Di sala 1977’an de destpê qaçaxçîtiyên çekan kirin. Di sala 1978’an de bû endamê DDKD. Di heman salê de ji ber bihêzkirina DDKD’yê qaçaxçîtiya çek, muhimmat û bêhişkeriyê kir.
Di sala 1979’an de ji Bulgaristanê bi awayekî dizî ji PKKê re çek aniye. Di sala 1981’an de derbasî binxetê bûye û digel rêxistina ASALA’yê peywendiyên xwe xurt kir.
Di navbera salên 1981 û 1983’an de digel zêrvanên Ermenî û Suryaniyan qaçaxçitiya zêr û zînetan kir. Di sala 1983’an de ji ber kontrolkirina Kapalîçarşiya Stenbolê li dijî Dundar Kiliç û Îsmaîl Hacisuleymanoglu êrîşa bombekirinê organîzê kir.
Ji sala 1983 û ta 1994’an li bakurê Kurdistanê qaçaxçîtiya bêhişkerê di destê wî de bû. Di 22’ê Pûşpera sala 1984 de jî ji ber endamtiya PKK’ê ji aliyê Dadgehên Leşkeriyê hate tewqîf kirin.
Behçet Canturk li Tirkiyeyê ji gelek sûcên bêhişkerî, qaçaxçîtî û mafyayî hatiye tawanbar kirin.
Di 14’ê Rêbendana sala 1994’an de ji aliyê kesên nenasê ve hatiye revandin û piştî rojekî digel termên şofyarê wî li nêzîkî Sapancayê mirî hatiye dîtin.