Kultur

Tûle

Mêvan mêvanên Xwedê bûn û deriyê herkesî heya bi dawiyê ji mêvanan re vekirîbû. Di gund de çend kesên xesîs yên ku ji hêla herkesî ve dihatin naskirin ne tê de, kêsên ku mêvan nedihewandin tunebûn. Lê hin malên ku bi kirîn û firotina pez û dewaran eleqeder dibûn, yên ku ji wan re celep yajî canbaz dihat gotin qet mêvanên wan kêm nedibûn. Hema bibêje herşev mêvanek, dudoyên wan hebûn lê hin caran mazûbaniya bi qeflan mêvanan dikirin.

Der û dora gund berdayî bû, mera gûnd berfireh bû lê carek din jî xaniyên gûnd bi pî hevdû ve avakiribûn.  Gûndê kû çarsed pênsed malê wî hebûn, bi hewş, gov, kadîn û axurên xwe hema mirov kari bibêje ku çar mihelbû. Ji xwe rêyên ku di nava mihelan de hebûn ne gelekî fireh bûn di hin rêyan de, heywanên tevlû bahrê xwe nikarîbûn derbas bibûna. Piraniya xortên li gund bêyî ku di kolanan re meşiya bûna, di ser xaniyan re li tevaya gund digeriyan.

Belki bi sedema parastinê-hifadê gund wisa hatibû avakirin û paşê jî weke dîtibûn berdewam kiribûn. Heger yekî sed gavekî xaniyê xwe li pî gund avakiribûna, dihat wateya ku ji hin meriv û der û dora xwe dilgiranbû.

Bi dehan zarok, keç, xort û hin jinên ku nikarîbûn xwe girtibûna jî di nava wan de, celebik mirov li ber Menderê rasarî mala H. Xidir kombibun, xir û cira wan bû. Kesên ku hayê wan ji meselê tunebû dipirsîn; çi xêr e, me nebihîstiye ma qey dawet heye çiye?

Na, ne dawet bû lê meseleyek balkêş hebû. Mêvanên mala H. Xidir du kûçikên weke du şêran bi xwe re anîbûn, ew jî li hewşê di nava pez û dewaran de bûn. Xelkê li wan temaşe dikirin. Ya qenc ewbû ku xaniyên gund hemi eqd bûn, her yek ji wan weke qesrikê bû û heşt-deh mitro bilindaya wan hebûn. Kuçikên ji xir-cirê aciz bi dîwaran ve radipeliqîn jibo êrîşî xelkê bikin. Di gel ku dîwar baş bilind jî bûn zarok ditirsiyan û xwe tavêtin dawa dê û xuhên xwe. Ev ne rewşek baş bû jibo kûçikan. Mala H.Xidir yekcaran bi berger û pirê caran bi xeber wê qerebalixiyê dixwestin bela bikin.

Şevbihêrk beşek ji jiyana gundiyan bû. Ji xwe dema mêvan hebûna, şevbihêrk ne tiştekî ku mirov dûrî wê mabûna.

Kalê Ferho bi qesta şevbihêrkê bi destê neviyê xwe girt û derket. Dema gihîştibû mala H.Xidir ji xwe civet geriyabû.

Dema silav li cimaetê kir, bi sedema yixtyariya wî hin ji cimaetê ji ber wî rabûn û cî danê.

Kesên zengîn, maldar û xwedî gotin, pirê caran gotin qelewin. H.Xidir vegeriya ser cimaetê û got; ‘yabo me çêlekên bi golik dîtine lê me gayên bi golik needîtine û nebihîstine. Ferho’kê me ga’yê bi golik e.’

Li ser gotin û gazinên H. Xidir kale Ferho ji cimaetê re got:

Bibhurin gelî cimaetê, neviyê min zarokikî bê zerer e. Yekî bi tenêye, jibo ku di malêde kesekî ku pêr re bilîze tuneye û ez jî yixyarim hema ez sebra xwe pê tînim. Ma ez ji Hecî re çi bibêjim ? Tinazên Hecî xelas nabin.

Bi diyaloxa navbêna kalê Ferho û Hecî, cimaet kêfxweş bibû. Hirmet û heskirinê carek din cîhê xwe girtibû.

Mijara şevbihêrkê jî weke mijara gundiyan hemi,  Mijara kûçikan bû. Kûçikên gundiya jî hebûn lê kûçikên bi vê ecêbê piraniya gundiyan û cimaetê ne dîtibûn û ne bihîstibûn.Ev kûçikên weke şêr û pilintgan toqên di sitûyê wan de weke taca sere qral û patîşahan jî çibûn?

Xalê Birahîm ji mêvanan yê herî bi temenbû. Hebikî cîhê xwe xweş kir, balîfa xwe di bin mile xwe de baş bi cîh kir, destê xwe avêt qutiya xwe, dest bi pêçana çixareyekê kir û bi ser cimaetê ve vegeriya:

Belê gelî cimaetê, em xwdî terş û talan, xwedî kerî û garanin. Geh li deştan û geh li zozanani.Li hemberî gur û hirçan, diz û neqencan pêdiviya me bi hişyariyê bi parastinê heye. Hema nebêjin kûçik û derbas nebin. Ev kuçikên bi me re siwaran peya dikin. Heger gur bi keriyan bigerin, ji tirsa van kûçikan newêrin nêzîkî wargehên me bibin. Ev kuçikên gur xenêqin, toqên di sitûyê wande him nîşan û him jî parastina wan ya ji guran e.

Cimaetê bê deng li xalê Birahîm gohdarî dikir. Dema hilmek li çixara xwe xist, H. Xidir pirsî; başe lê çima we ew bi xwe re anîne?

Belê, ev jî teybetmendiyek van kûçikane. Gelekî grêdayî xwedî û mala xwe ne. Ev kûçikên bi me re, yek jê yê min e û yê din jî yê birazyê min Reşo ye.Piştî ku em ji gundê xwe derketin bi qonexekê, diduyan em li wan haybûn ku bi dû me de ne. Me gelekî li berwan da jibo vegerin lê venegeriyan. Hin caran ji me dûr man lê ti carî em ji nerînên cavên xwe bi dûr nexistin.

Ciwamêrekî din pirsî: Ev kûçikên wisa min nedîtine, ez bixwazim kûçikikî wisa ji xwere pêde bikim heqê wan çiye? Bihane, erzanin? Ma pêdekirina wan hêsane?

Xalê Brahîm: Jibo me ne bihane lê jibo we ez nizanim. Gelek caran ji der dora me xwazgîniyên van kûçikan hatine me nedane. Jibo her yeka van kûçikan bi keriyan pez dan me, me qebûl nekiriye. Neh-deh heb mîhên dotinê û çar-pênc beran. Me got na. Heger em yê firotanê bûna karîbûn zêdetir jî bidana. Lê me nikarîbû gotibûna erê û jiyana kesê mayî pez û dewarên xwe xistibûna xeterê.

We ew ji kuderê anîn, we ew çawa pêde kirin?

Belê, hin malbatên ku bi teybetî van kûçikan xwedî dikin hene. Ev kûçik, kûçikên bi cinsin. Him ji hêla dêlikên diyên xwe û him jî ji hêla kuçikên bavê xwe ve cinsin. Bi teybetî dêlikan didin teliqandin, di dema avisbûnê de baş li wan mikate dibin û cewrên wan bi perwerdeyî mezin dikin. Min nedîtiye lê min bihîstiye ku hin ji van malbatên ku kûçikan xwedî dikin, di heman demê de gurên ku xwedî dikin jî hene. Kûçikên xwe bi van guran re di nava şer û pevçûnê de perwerde dikin.

Me jî nizanîbû. Em ji destê guran bêzar bûn, li ser gazinên me, derwêşekî ku rojekê hatibû gundê me ji mere got û navnîşan da me. Li ser gotina derwêş, me çar heb beran dan ber xwe û qesta mala wan kir. Em çend rojekî li wan bûn mêvan, piştî ku baweriya wan li me hat du heb cewrên kûçikan  dan me.Me ev kûçik bi cewritî anîn û xwedî kirin. Li gorî gotina hin kesan, kesên ku baweriya malbatê li wan rûnenê cewrên xwe teslîmî wan nakin. Li gorî gotinan, kesên ku dest vala vegerandine ne hindikin.

Erê her tişt cins e. Dar, ber, tevaya mexlûqata û însan jî di navê de ma ne mesele esil ango mesela cins e? Ma dema hûn zarokên xwe di zewicînin, qîzên xwe dikin bûk û lawên xwe dikin zave hûn li eslê kesên hemberî xwe napirsin ?
Ev jî wisa ye. Hûn bawer bikin, ji dema ku me Kotan û Qaaf reş anîne em rehet bûne. Êdî em nizanin gur hene ya na. Ji xwe diz di sî û sitarên me re nikarin derbas bibin. Derbasbûna rêwiyan di wargehên me re ne hêsane. Ew kesên ku bûn hedefa êrîşa Koton û Qaaf reş qet xelas nabin. Ji bo xelasiyê tek çare rûniştine, dema mirov li hemberî wan rûnişt zererê nadin mirovan, ew jî di cîhê xwe de disekinin û di reyin heya hin kesên ji malbatê yajî ji gun bi wan ve biçin, wan kesên nenas teslîmî wan dikin û li ser fermana wan kesan ji cîhê bûyerê bi dûr dikevin.

Êdî şivanên me jî rehetin. Dem şivan pez bera çêrê didin, sînor ji Kotan û Qaaf reş re diyar dikin. Bi fîkandin û bi tili sînorên ku eşkere dibe sînorê çêrê ye. Kotan û Kaaf reş, di nava wî sînorî de pez li hevdû vedigerînin. Carna keriyên ku şivan bera nava hevdû didin ji hevdû vediqetînin, heywanek ji kerî biqete wê dibînin û wê tînin, hin caran gîsk û tiştîrên di latan de asê dibin, xebera şivanan ji wan çêdikin û wan bi xelaskirin didin. Û hema bibêjin hemi karê rojane bi haweyekî serkeftî dimeşînin. Karê jibo wan yê herî nexweş, mesela kavirên gêj in. Hema bibêjin wan berdest dikin û tînin. Jibo ku heywan gêj in riya xwe nasnakin û nabînin, devê xwe dixin qirikên wan û wan bi dû xwe ve dikşînin. Van bûyerên wisa jibo ku kûçikan gelekî diwestînin, şivan heywanên gêj serjê dikin wan nahewînin. Ev heywan weke kesekî ji malbatê xwedî berpisyarine û weke ewladekî ji malê xwediyê cî û granîne. Û hema wisa…

Tevaya cimaetê heger ne bi sedema pirskê bûna, hema bibêje bê deng û his li xalê Birahîm gohdarî kiribû. Belkî cimaetê hemî xwestibû kuçikikî wan yê wisa hebûna, lê daxwaziya neviyê kalê Ferho tiştekî din bû. Heya ku xalê Birahîm axivîbû bala wî jê qut nebibû çavên wî li devê xalê Birahîm bû.

Belê, şev derbas bibû û ji xwe mêvan ji rêya dûr hatibûn û betilandî bûn. Dema razanê bû.

Piştî limêja sibehê heywanên xwe berdan. Ji tirsa ku wê karibin zererekê bighînin zarokan û kufletê malê, Kotan û Qaaf reş jî bi xwere biribûn.

Her ku diçû qerebalixî zêde dibû. Çûn û hatina wasitan, kerrê himalan, kesên ji bo kirîn û firotanê hatibûn bazarê. Lê ti tişt û ti kes weke Kotan û Qaafreş ne balkêşbûn, ew ji her tiştî bi tirs û xof bûn û herkesî jî ji wan dipelikand. Êdî Kotan û Qaafreşê berê çûbûn du kûçikên wek du hespan û şaş û belengaz hebûn. Di nava wê bazara qerebalix de xwe bi kîjan hêlêve didan nedibû. Di nava bajarê Mêrdîn’ê de sûka Ga, sûka sobeciya, sûka cilheciya,suka hesinkara (hidada), sûka kulavciya, sûka sefara,sûka xirata, sûka Delala, sûka Qesaban û wan kolanên teng wek roja Ahşer û Mahşerê bû. Çend kerrên himalan yên bahrkirî, di nava keriyên pez û naxirên dewaran, qerebalixiya mirovan de bê rawestan dimeşiyan. Mirov û heywanên ku diketin ber wan, bi ber xwe re tajotin ew li bin guhê dîwaran dixistin, mirovan bizorê xwe jiber wan didan alikî.Kerrik ji van kerran, di pî kolanekê de li binguhê kotan ketibû û ew berbi kolenekê din de şeqitqndibû. Kotan, bi kîjan hêlê ve diçû qerebalixî bû, mirov jê ditirsiyan û ew jiwan direviya. Di nava hewqas qerebalixî de, tiştek û kesekî nas tunebû, ne pez û dewarên ku nasdikir û ne mirovên xwediyê xwe nedîtibû.

Dema ku xalê Birahîm lê haybû ku kotan ne xuya ye, dinya wî reş û tarîbû. Êdî qîmetê tiştekî li ber dilê wî nemabû. H. Xidir xortekî gundî pêre rêkir û ketin kolanên nava bajarê Mêrdîn’ê, geh li jor û geh li jêr li Kotan digeriyan. Te digot qey erd qelişî û ew heywan pê ve çû. Heya nêzîkî êvarî geriyan, mixabin Kotan xuya nedikir, Kotan nedîtibûn.

Xalê Birahîm û hevalên xwe bi dilikî şikestî gawek li pêş û yek li paş,  korî-poşman vedigeriyan mala xwe.

Di qerebalixiya nava bajêr de serî li Kotan geriyabû, Kotan winda bibû. Ev çi ecêba nedîtî bû, êdî ne dîtin ne bîhîstin û ne jî pêjin kirin bikardihat.Kotan bi xwe jî nema zanîbû ku çawa bibû, lê hebikî ji qerebalixiyê dûr ketibû, li perê bajêr bê hizir bê daxwazî û bê armamc digeriya. Na, ev ne ger bû, lê nizanîbû wê çi bike û kari çibike. Hew ne rawestandîbû ne dixwest ku raweste, ev û ne tiştekî din bû. Êdî qet tiştekî, kesekî nema bala Kotan dikşand.

Di vê demê de, çend kerrên himalan di kêleka Kotan re derbas dibûn. Di kolana din de zarokan ji xwere dilîstin, çend zarokan bera dû zarokêkî didan. Zarokê ku direviya di pî kolanê de li kotan qelibî û dema ew tiştê nedîti li hemberî xwe dît qutifî, zirawê wî qetiya û heya têde hebû qarînî pê ket. Kotan ji qarîna lawik vejnikî û kerr ji kotan tirsiyan. Kerrik ji keran, bi çengkirina xwe re li bin guhê kotan ketibû û ew ji dîwarekî werkiribû, wek dîwarê bedenekê bilind. Himalê bi dû kerrên xwe ve, bi haweyekî şaş li ber serê lawikê ku dil jê ve çûbû rûniştîbû.Hemi tişt li nava guhê hevdû ketibûn.

Belê, Kotan ji cîhekî gelekî bilnd werbibû. Bi ketin xwe re, ketibû xaniyekî ku eqdawî tebiqîbû, dîwarên dora wî weke kelê û derîkî hesinî li ber bû. Xaniyê xeraba ji hêla xwediyê xwe ve weke depo bi kar dihat. Hin qir û qafên şikandî hesin û textên bê kêr têde bûn. Bi ketina wî re lingê Kotan yê pêşiyê ketibû nava hin textan û qir û qafên din bi ser Kotan ve herikî bûn. Kotan her ku ber xwe dabû jibo xwe xelas bike, bahrê xwe grantir kiribû û gelek qir, qaf text û hesin bi ser wî ve hatibûn. Di hizrê xwe de, Kotan ji vê tofana nedîtî êdî xelas bibû. Heya hişê wî li serê wî û hilma wî diçû û dihat, li bûyera vê rojê difikirî nizanîbû ka ev xewnekbû yajî heyalek, ji xwe jiyana wî bi giştî êdî li hemberî çavên wî derbas dibû nema zanîbû ka rastbû yajî derew.

Êdî bihar binêvî bibû. Ji bili ber keleha Mêrdîn’ê û hin berqefên hênik li der û dorê berfê xûya nedikir. Mirov li kar û xebata xwe germ bibûn û hin kêmasiyên di mal û hewşande jî êdî bala mirovan dikşandin.

Apê Misto mirovekî navserebû, ev çend salek bû ku jiber nakokiyên eşîrî û bi teybetî îxaneta biraziyê xwe mala xwe bahrkiribû, anîbû bajêr. Xaniyekî mezin bi hewşek fireh kirîbû. Bi demê re car û cîranên xwe nas kiribûn, kêfa cîranan ji wan re hatibû. Xwediyê xaniyê xerabe, mifta xanî dabû apê Misto jibo çavdêriya wî bike û heger pêwist be weke hewşekê ji xwe re bikar bîne. Apê Misto, firaxên xwe yên zêde û bêkêr tavêt vî xanî, qet nebebûna wê dûrî ber destên zarokan bûna.

Çend roj berê dema qîza apê  Misto hatibû dîtina mala bavê xwe, çend mirîşk û dîkek ji wanre anîbû. Mirîşkên wan bi nav û deng bûn, êdî bi êşê nediketin û hema bibêje her roj hêk dikirin.

Jina Misto Xezalê ji mêrê xwe re got; heger ti bi amin bike em van mirîşkan serjênakin, qet nebe heger hêka bikin wê çavên zarokên me ne li deriyabin. Ew gotin bi serê apê Misto ketibû û biryar dabû koxekê ji mirîşkên xwe re li hewşê çêbike. Bi qesta ku çend textan bîne rahiştibû miftê û berê xwe dabû xaniyê xerabe.

Apê Misto dema ku çend text ji nava texta derxistin, lê haybû ku heywanek di nava textan de miriye. Text û firaxên li ser vî heywanî da alî, nert ku kûçikikî stû bi tok weke hirçekî û çend dilop hêsir ji çavên wî bariyane, di halekî gelekî ne xweş de yî.
Jiyana Misto ya dema li gund hat ber çavên wî, li ser vî kûçikî gelekî êşiya. Bi çapûtekî û gelekî hêdî ev kûçik kişand ser aliyekî, rahişt firaxên xwe û vegeriya mal.

Hîn li deriyê hewşê bû bakir Xezalê.
-Xêr e Kuro ti çi dibêjî?
-Keçê bi serê bavê te min ecêbek dît.!
-Xwedê xêr bike, ka çi ecêbe!
-Keçê di vî xirbê me de mi kûçikekî gur xenêk stû bitok dît weke kûçikê mala bavê te, wê dema zavatiya min û bûkaniya te. Tê bîra te? Di gel ku pir caran em diçûn û dihatin jî, dema em li mala bavê te dibûn mêvan ne dixweswt ez nêzîkî te bibim, te ji her tiştî û herkesî diparast û ez jî tê de.
-Belê, ma ewê çawa ji bîra min here. Dema xwe li te tirş û tal dikir, min fêm dikir ku xwedîtiyê li min dike û ez kêfxweş dibûm.
-Belê ev heywan miriye saxe min baş fêm nekir. De heger ti karibe bi xêra bavê xwe?

Bi hisreta demên derbas bûyî agir ketibû nava dil û xunavên Xezalê. Hema bi lez xwe gîhand xirbê xerabe. Li kûçik temaşe kir dît kû bi hindikayî jî be hilma wî diçe û tê. Li bayê bezê vegeriya mal, cerek ji van cerên mezin av da ser milê xwe û berê xwe da  xirbê xerabe. Hinik av bi serê kûçik dakir, hebikî laşê wî firikand, hinik ava din, kûçikê zimanê xwe bi lêvên xwe yên şilbûyî xist. Xezalê firek avadin valakir devê wî. Hema ti bibêjî çavê xwe vekir. Dema Xezalê reşika çavê vî heywanî dît, dînya bû ya wê, heger baskên wê hebûna wê firiyabûna. Bê hed û hisab kêfa Xezalê hatibû.

Xezalê fêm kiribû ku lingê wî yê pêşî, aliyê rastê şikestîbû. Ji Misto re gotibû ji cem qesaban hinek berdûvk bîne em lingê vî heywanî grêbidin, lingê wî şikestiye. Bi berdûvkê ku Misto anîbû lingê kûçikê xistibû nava du textikan û grêdabû, êdî hêvî mabû Xwedê.

Ev heywan jî êdî bibû kufletik ji kufletê mala Xezalê. Weke heyamê berê jê re lepe çêkir pê bi xwarin kirnin dida, kafek tije av kiribû danî ber serê wî û di nava rojê de her ku serê wê ji karê malê vala dibû, dihat li rewşa wî temaşedir û pêre diaxivî.

Ev heywan jî hînî Xezalê bibû li hevdû baniya bûn. Pêre dilîst xwe tavêt ber lingên wê xwe pê dixrand weke dixwest hin tiştên xwe jê re bibêje, pêre parvebike. Lê hewqas, zêdetir jî çênedibû, herdem di çavên wî de melûlbûnek hebû, hin caran li çavên xezalê dinert û hêsrên wî dibariyan. Wê gavê, demên berê dihatin bîra  Xezalê û hêdî hêdî hêsirên wê jî bi ser kuçûk ve dibariyan.

Yek caran Misto jî diçû li rewşa kûçik temaşe dikir. Bi rehetbûna wî, ew jî kêfxeşbû. Di carekê ji van caran de, Xezalê ji Misto pirsîbû; gelo ez navê kûçikê mala bavê xwe li vî kûçikî bikim û ez jêre bibêjim Bêlan?

-Ti zani, kêfa te yî, heger ti dixwaze bibêje Bêlan. Lê bi ya min navikî vî kûçikî heye û navê xwe nas dike. Her nav li van heywanê wisa nayên, heger bi navê Bêlan ti bakiyê ez bawer dikim wê xemgîn bibe. Ma li gor te, piştî vî temenî van ser pêhatiyan, em navê te, ya jî navê  min bighuwerin, wê çiqasî li me rûnê û emê çiqasî karibin ragirin?

Êdî kûçik bi ser hişê xwe ve hatibû. Bi wê miqateya Xezalê heger heywanekî din bûya, wê bibûna wek gayekî. Her çiqas lingê wî yê şikestî xwahr cebirî bû jî, bi her sê ligên din îdare dikir û dema mejbûr dima lingê şikestî jî dida ber xwe. Lê ev heywan êdî zêdetit çê nedibû. Birînên vî heywanî ji yên laşê wî zêdetir yên serpêhatî û derbasbûna wî bûn. Li ber xwe diket û pirê caran diponijî.

Êdî dinya baş germ bibû, havîn bû. Dema Misto û Xezalê dihatin ba kûçik, xuya bû bi hatina wan kêfxweş bû. Dema çûnê bi wan re derdiket devê derî û xwe li ber lingê wan tavêt erdê, ziq li çavên wan dinert û hêsrên wî dibariyan.

Misto li berxwe dinert û ji Xezalê pirsî:
Ti vî heywanî dibînî?
Ev demek dirêje dema em ji cem wî diçin bi me re derdikeve devê derî, xwe li ber lingên me tavêje û bi melûlî li me dinere, belkî jî  dixwaze tiştekî bibêje. Kari bireve û her e lê ne nankore, nareve. Dixwaze em tiştekî jê re bibêjim. Dema Misto vegeriya li Xezalê nert, hêsrên Xezalê wek ba û baranê dihatin xwar.

-Belê Misto, peyayê rojên giran, hêlîna kul û derdan bavê zarokên min. Min fêm kiriye, ez zanim. Lê ez çi bikim min digot qey wê wisa derbas bibe, ezê bi vî heywanî re derbasbûna xwe bijîm û kela dilê xwe hênik bikim. Lê na, nabe. Ew jî wek min, wek me birîndare. Ez fêm dikim ev qedera me ye, heqer heqê me li me hebe jî, heqê me li vî heywanê kerr û lal tuneye. Hema ti zanî.
Biryar hatibû dan. Deriyê xirb vekirî hiştin. Misto ji kûçikre fîkand, bi tiliya xwe der û dor jê re nîşan kir û meşiyan. Kûçik çend caran li dora wan geriya, xwe bi Xezalê xurand carekdin li çavên wan temaşe kir û hêsrên wî dibariyan. Kûçik meşiya û carekdin jî venegeriya. Belê, Xezalê jî dabû dû Misto, bi pêşmala xwe hêsrên cavên xwe paqij dikir û dimeşiya. Her çiqas dixwest vegere û binere ka ew heywan vegeriya ya na, dilê  wê tahmûl nedikir ku li paş xwe binere. Texmîn dikir ku ew kûçik nema vedigere, jiber ku zanîbû hestên bi esla dişikestin lê neditewiyan.

Carekdin jî Xezalê heya demekê dirêj deriyê xirbe negirt, ji xirbe av û xwarin kêm nekir, lê bêfêde bû.

Jiyan bi deng û rengê xwe.

Havîn bû, dinya baş germ bibû. Kaniya Sinc’ê rawestgeha kerwanan, şivan û gavanan bû. Kesên ji bakûr û rojavayê Mêrdînê hatibûna yajî ji Mêrdîn berbi bakur û rojava ve çûbûna, hemiya wan di ser vê kaniyê re derbas dibûn. Kanî li binya Mêrdîn di binê kêş de, li ser rêya zinarê berbi Amed’ê ve ava bibû.

Kanî, kaniyek gelek Kevin bû. Di derbarê çêkirina wê de çîrokek dûr û dirêj hebû. Di demên kevin de, bazirganekî navdar bi kerwanekî gelekî mezin ku bahrê wî Sinc û Zahferan bûyî rêya wî hikimiye di ser Mêrdînê re. Ew Zahferan, di avakirina Dêra li Mêrdînê ya herî navdar, Dêra Zahferanê de bi kar hatiye. Navê vê dêrê ji wê Zahferana ku di avakirina vê Dêrê de bikar hatiye tê. Bazirgan ji karê ku kiriye, ji biryara avakirina Dêrê bi zahferanê gelekî kêfxweş bûye û bi dirav-pereyên Sinca xwe jî xwestiye xêrekê-qeciyekê bi vî bajarî bike û ev kanî ava kiriye. Kaniya Sincê ( Eyn Sinc )

Bê gûman ji dema ku ava bûye û vir de Kaniya Sincê xizmetek mezin kiriye û di vê havînê de carekdin xizmeta wê bê rawestan dom dikir.

Der û dora kaniyê vala bû, wargehekî baş fireh bû. Di van demên dawî de jibo hebûna avê, li jora kaniyê, Meslexe ( Selaxxane )  çêkiribûn. Carekdin jî bi keriyan pez û bi naxiran Dewar karîbûn li der û dora kaniyê mexel hatibûna, bi cîh bibûna. Li jêra kaniyê, dahla mala Koselî hebû. Bi her şikil teamên xwe û Qesra di nava vê dahlê de, beşek ji bihiştê bû. Bi dizî û eşkere, cîhê xwedîkirin û kêfxeşiya zarokan bû. Qesr, bi heywanek xwe ya fireh, sinsala di nava wê de diherikî û birka li pêşya sinsalê, gûl, rîhan û şenkaya li hewşa qesrê bê qusûrbû. Ev cîhekî ku mirî lê saxdibûn. Kesên ku nizanibin belkî vê gotinê xelet fêm bikin, lê ne xelete. Mala  Koselî, malek bi eslê xwe Fileh, naskirî û gelekî bi kok bû. Û bi qasî ku di bîra mirovan de tê, hostê cebara hestiyan bû. Li Mêrdîn û der û dora wê, her cûre şikandina hestiyan, dihat ber destê wan, hin caran bi dehan nexweş di heywana Qesrê de dighîştin ser hevdû. Di heman demê de, Qesr nexweşxanebû. Nexweşên ku gihîştine ber destê wan û sax nebûne, nehatiye bihîstin. Mala Koselî, ev karê pîroz demek gelekî dirêj, bê fêde  bitenê jibo xêra xwe  û bê cudatî ji tevaya ol û mezheban re kirine.

Xuyabû ku baş li hevdû hatibû. Zarokan bi çend quruş pere, pez û dewarên qesaban di çêrandin ew bi cîh dikirin û roja pêwist bûna bi şeveqa sibehê re teslîmî Meslexê dikirin û ew serjê dibûn. Wisa berdewam dikir. Bajar bê goşt nedima, Meslexê û kaniyê jî karên xwe dikirin:

Xweda, ev çawa dewran bû?

Kesên di jiyana xwe de hêsîr, belengaz û  bêqewet  Qesabên kêrê, her yek ji wan di Meslexê de Cinawirik bûn. Deve, ga, gamêş, ciwange jixwe ne hewceye mirov qala pez bike, hema diketin ber destên wan, êdî qediyabûn. Hema destên wan gihîştibûna van heywanan li erdê bûn û di deh deqîqan de, bê serî û iyar dibûn. Êdî heywan tunebûn gewdeyên goşt û bi çenqalan ve dalqandîbûn.

Mala feqîriyê ne ava be, ma wekî din kî kari bibêje çi? Ma ne ji feqîrî û neçarîbe, kî kare heywanên xwe yên avis bifroşe û bi teybetî jibo kêrê?Heywanên avis dema ji serî dibûn û nava wan dihat qelaştin, laşê mirova bi giştî dilerizî, lê yên Qesabên kêrê na. Radihiştin kahr,bertx û golikên di nava wan de û çeng dikirin nava gemarê, ew jî para pisîk û kuçikan bûn.

Erê, Wek herdem şivan û gavanên heywanên qesaban bi nîvrokî re heywanên xwe tannin, li ser kaniya Sincê avdidan û heya bi hênkaya esirkî didan mexel. Li kêleka Meslexê di bin siya Sipîndaran de nanê xwe dixwarin, radizan û dilîstin.

Kêleka Meslexê bi firehbûna cilekê betonkirî bû. Dema zarokan dixwestin bi sêberkê, nehberkê û dama  bilizîn hema radihiştin çenik rijik û sêberk, nehberk û dama ji  xwe re çêdikirin. Ji xwe jibo lîska bi heftoka tiştek ne hewcebû ji der û dora xwe çend bixurk berev kiribûna karê wan sere rast bû.

Neviyê Kalê Ferho jî, hin caran li ber heywanên xwe û kêm caran jî li ber heywanên qesaban bû. Û dema heywanên wan tune jî bûna, ji xwe zarokên li gund jibo lîskê dihatin ba Meslexê.

Di lîstika nehberkê de, neviyê kale Ferho bi kêrhatî bû. Pir dom nedikir li yê hemberî xwe çekûberk  çêdikir û diqediya.

Carekdin bi nehberkê dilîstin. Zarok li dora wan kom bibûn dixwestin neviyê kale Ferho bixesirînin. Lê yek bi dû yêdin dixesirîn. Di nava lîstikê de tiştek li ber çavên neviyê kale Ferho ket, bala wî kişand, xwest bixwaze meselê fêm bike, ew carekdin kişandin lîstikê, jiber çavên wî windabû. Belê, jiber çavên wî winda bibû lê hiş û fikra wî mabû li wêderê. Hin ji zarokan lê ketibûn gûmanê, jê dipirsîn digotin çibû, te çi dît û yên din jî kêfa wan dihat digotin me te xesirand. Neviyê kale Ferho got tiştek tuneye, ê de ka êdî hûn bilîzin ezê li we temaşebikim û xwe ji lîstikê kişand. Zarokan lîstika xwe berdewam kirin. Neviyê kale Ferho difikirî û ji xwe re digot ma qey tiştekî wisa dibe û  êdî di cîhê xwe de ne ditebitî.

Neviyê kale Ferho, rabû û berê xwe da ber bi newalkê ve û meşiya. Di newalkê de bêdengî hebû, ji xwe ne dema tiştekî bû, bi tenê av ji halê xwe ve diherikî. Lê carekdin jî neviyê kale Ferho bi gûman bû, tiştek li ber çavên wî ketibû. Bi newalkê ve berbijorve çû, li kêleka şirtekê tiştê ku lê digeriya dît. Kuçikik pariyek iyar li ber devê wî li wê derê xwe dirêj kiribû. Hebikî bi xof berbi kuçik ve çû, lê na, çûn û hatin ne li ser bala kûçik bû. Ne vegeriya lê nert û niyeta wî xuya nedikir ku iyarê li ber devê xwe jî bigvêşe. Hebik din xwe nêzîkî vî kûçikî kir û ji nêzîk ve lê temaşe kir, bi qilafet û toqa di stûyê wî de, tiştek tanî bala wî lê ev halê têde çibû? Ber çavên wî heya bighêje devê wî şîlak girtibûn, herdû paqên bi gagûl û pûrta dinava pûş û qurîncekan de mayî!

Neviyê kale Ferho wateyek nedida vê rewşê û ji vê rewşa heyî xemgîn bibû. Vegeriya ber Meslexê rahişt tûrikê nanê xwe û carekdin berê xwe da newalkê.

Çend pariyên nanê hişk yê di tûrok de mabûn hêdîka valakir ber kûçik û hebikî xwe paşve kişand. Kûçik bi çavên melûl vegeriya lê nert, di çavên wî de hêsrên ku êdî ziwabibûn biriqîn û hêdîka devê xwe dirêjî nan kir. Her çiqas birçî jî bû xuya bû ku ecela wî tunebû. Neviyê kale Ferho vegeriya, êdî dema berdana pez û dewaran bû. Ji xwe hin kesan pez û dewarên xwe bi rê kiribûn.

Wê rojê heya bi êvarî, kêfa neviyê kale Ferho êdî nema ji lîskê re dihat, dema hevalên wî pê re di axivîn û pirsin jê dikirin, wan fêm nedikir û ji wan dipirsî digot; çiii?

Hevalên wî jî ew fêm medikirin, jê dipirsîn digotin çî te heye?
Digot; na, tiştekî min tuneye.

Diponijî, difikirî lê encamek ji fikrên xwe dernedixist. Wê rojê wisa derbas kir, êvarî heya raketinê û bişev di nava ciyan de, xew bi çavên wî nedibû. Virde, wirde xwe diqulipand nedibû, serê xwe dixist bi zemberîşê çênedibû, radibû û bi mahna destavê derdiket derve. Ji çûn û hatina wî ya derve, dayika wî ket fikaran. Çî vî lawokî heye? Ev lawikê ku bi şevê wek kevirekî ti bavêje binê bîrê, bê hiştîn û piştîn heya bi sibehê radizê, gelo ne nexweşbe? Di nava cîhê xwede rûnişt û ji lawikê xwe pirsî:
-Çî te heye lawi min, ma ti nexweşî?
-Na yadê, tiştekî min tuneye ez başim.
-Ti gelekî diçe destavê?
-Na, na bi Xwedê ez ne nexeşim. Ti razê dayê, ti razê.

Derketina ji nava livîna ya bê wext hêsan xuya nedikir. Xwe di nava cîhê xwe de dirêj kir û berê xwe da sexfa xanî. Ma çi nedihat bîra wî û çi di ber çavên wî re derbas nedibûn?

Di derbarê pirsên di serê wî de gelek tişt nizanîbû, biryara xwe dabû ku li bersîva wan pirsan
bigere.

Bi şeveqa sibehêre, dema kal û bavê wî rabibûn jibo destmêjê, ew jî rabibû. Ev rabûn dayika wî matmayî hiştibû. Ev çi meselebû? Lawikê ku sibehan bi zor û berger ji xew şiyar dibû, ji ber xwe ve rabibû. Xwe negirt û ji lawikê xwe pirsî:

Ma ti ranezaye lawê min?
Na dayê ez neha rabûm.
Dayikê bawer nekiribû lê tiştekî ku karîbû vê gavê bikira xuya nedikir.

Lawik rahişt tûrikê nanê xwe, çû ber xarûzê nan nanekî din xist tûrikê xwe û tûrikê xwe avêt milê xwe û da dû heywanên xwe.

Wê rojê berî herkesî heywanên xwe vegerandibû mexel. Heywanên xwe avdabû. Ew xistibûn mexel û xwe berdabû newalkê. Ji çend cewrikên kûçika pêve tiştekî xuya nedikr. Av li halê xwe diherikî, Cewrikan ji xwe re dilîstin.Li der û dora şirtan, li cîhê doh temaşe kir, tiştek nedît.

Şivan û gavanên din jî dihatin, heywanên xwe bera ser avê dan ew xistin mexel û xwe avêtibûn ber sîhê. Nanê xwe xwarin û dest bi lîstika xwe kirin. Niyeta lawikê kalê Ferho û lîskê tûnebû. Çend zarokan jibo wî têxin lîskê bela xwe tê dan, dema xwe nêzîkî lîskê nekir, zarokan tinazên xwe pê dikirin û digotin te fêm kiriye ku êdî ti nema kare biser bikeve, jiber vê yekê ti dûr direve. Wisa qeşmerî, ken û henek berdewam dikirin, li hêla din jî hin kesan des bi lîstika xwe kiribûn.

Hema bibêje dema doh vî çaxîbû, kûçikê wî xuya kir. Ji hêla jêr ve hêdî hêdî bi newalkê ve hildikşiya. Tiştekî xwarinê nema bû, vegeriya û hat li bin şirtan mexel hat. Cewrikên kûçikan hatin bela xwe tê dan, lê niyeta wî tunebû ne bi wanre bilîze û ne jî li wan xîne  û bi wan re bixeyide.

Neviyê kalê Ferho, hêdîka rahişt tûrikê nanê xwe û çû li ber serê wî li ser qilavîskan rûnişt. Destê xwe avêt tûrikê xwe û nan danî ber wî. Kûçik berî ku nan bixwe, vegeriya carekdin li neviyê kalê Ferho nert û wek ku ecela wî tunebe hêdî, hêdî dest bi xwarina nanê xwe kir.

Keserên di dilê neviyê kalê Ferho de zêdetir bibûn. Hîn kûr-kûr difikirî, hevalên wî lê haybibûn ku ne xuya ye. Çendikan ji wan, xwe berdabûn pî newalkê û li lawikê kalo temaşedikirin, wate nedidan vê rewşa wî. Keniyan û bang lê kirin:

Ti çi dike kurooo, te daye dû dêlikan çawa?

Çi dêlik, hûn çi dibêjin kuro? Ev Kûçikikî yixtyare hema dilê min pê dişewite ez nizanim çima?

Lawikê kalo nuh jiber serê kûçik rabibû û berbi hevalên xwe ve dihat, cewrik li ser serê wî kûçikî  kom bibûn û nanê wî ji ber wî di çewirandin û dibirin.

Evê rewşê baş dom kir, hema bibêje her roj lawikê kalo nan ji vî kûçîkî re tanî. Dema pez û dewarên lawikê kalo tunebûna jî, ji wan der û doran qut nedibû û li rewşa wanderan temaşe dikir.

Jiyana dora Meslexê bi şeveqa sibehê re dest pê dikir. Kûçik, cewrik, dêlik, pisîk, qijak,qirak, dîk, mirîşk û elokên wê der û dorê hînî meselê bibûn. Her yek ji wan bi dû pariyekî zêdetir û xweştir de bûn. Şerê pariyê zêde bi serjêkirina heywanan re dest pê dikir.

Dema heywanên avis serjêdibûn, daweta wan bû. Di van demên wisa de herî kêf xweş bûn. Lê rojên din jî qet birçî nediman. Lê mesela wan êdî ne mesela birçîbûnê bi tenê bû, mesela hînbûna wê jiyanê bi xwe bû. Kîjan heywanî bi kîjanê din karîbûna pariyê ber lepên wî û heya yê di devê wî de jî, jê distend. Ber halê xwe nedidan, dema yê jê xurtir ber pêve dihat, pariyê xwe dihişt û dimeşiya. Kêm caran hina ji wan wek ku bixwaze li pariyê devê xwe xwedî derkeve dikir xirîn, lê na, yê hemberî wî dema bi biryar bûna û ber pêve hatibûna, radibû û radihiş pariyê xwe û diçû, dema bida dû wî, pariyê devê xwe jê re dihişt û dimeşiya. Dema dinya rohnî dibû, teyr û tirûr jî li wan kom dibûn. Têra wan jî xwarin hebû lê pirê caran ewan jî pariyên devê wan di çewirandin. Lê heywanên ku berhalê xwe didan, li xwarina xwa xwedî derdikitin û bi destê wan re beranedidan jî xuya dikirin.

Ev jiyanek wisa xweser bû. Ti nirxên vê jiyanê xuya nedikirin. Berxwedan ne karê wan bû. Kûçik, dêlik û cewrikên li vêderê yên herî bêkêr û tirolebûn. Zarokekî bi çûçik jibo kêfa xwe karîbû bera hemiyan dabîna û lê venedigeriyan. Dema kê destê xwe bilin kiribûna bêyî ku kevirekî bavêje wan. Newqa xwe vala dikirin, xwe bi alîkî ve xwahr dikirin û kazînî bi wan diket, dimeşiyan û bi dûr diketin.

Ma dibû ku ev helwest, qarekter ji xulqeta maxlûqata hatibûna?

 Bi tenê tûletî karîbû bibûna qarekter û qedera maxlûqata? 

Êdî hêvî di wande nemabû, tunebû. Mirov wisa didît, wisa xuya bû.!

Gelo?

Heya wê rojê bersîv bi tenê, tiştên li hemberî çavan xuyanîbû.

Roj çend bejnekî bilind bibû. Rojek xweş û dinya çîk sayî bû, lê toz û dûman bi izmana diket, te digot qey babîsok rabûye û bê rawestan digere. Qarînî bi zarokan ket û berbi icacokê ve bazdan. Ewan fêm kiribûn ku ne icacoke û kûçik diteliqin. Bi dar û keviran êrîş dibirin ser kûçikan.

Bi dehan kûçikên tûle, bê xîret dabûn pey dêlikikê. Ew kûçikên tirole her yek jiwan bibû wek şêr û pilingikî û ketibûn pêxîla hevdû. Ser û guh li hevdû perçe kiribûn, tevaya wan di nava xwînê de mabûn, lê niyeta yekî jiwan jî tunebû ku ji yek û didoyê xwe bihata xwarê. Dêlik jî kêf xuweş xuya dikir, heya jê hebû şer gur dikir, dixwest kûçikê herî jîr û biker hatî para wê be. Ji xwe hayê kûçikan ji zaroka nemabû. Ne kevirên ku zarokan li newqa wan dixistin û ne darê ku li nava ser û guhên wan diketin, ew ji armanca wan venedigerandin. Kûçikê herî bi kêr hatî bi dêlikê ve teliqîbû.Li hemberî êrîşa zarokan jî ne xema wan bû û her yekî/yekê ji wan bi hêla xwe ve dikşandin, lê ji hevdû nediqetiyan. Niyeta wan tunebû ku li hemberî êrîşan dev ji kêfa xwe bigerin û ji hevdû veqetin.

Ev jibo zarokan lîskek bê hempabû, hemya wan kêfxeş xuya dikirin lê lawikê kalo ji dûr ve li bûyerê temaşe dikir û difikirî. Ev çi tiştekî ecêb bû? Pirsên di sere lawikê kalo de wek ku bersîva xwe didîtin xuya dikir.

Belê, esil û fesil esasê meselê bû. Divabû di xulqeta mexlûqatande hebûna. Lê ev hêlek meselê bû, ji hêla din ve;  jiyan, dîtin û hîn bûnê grîng xuya dikir û piştî vana ya sê emîn helwest û armanca mexlûqatan wek rewşek bê hempa derdiket hole.

Dema bi wan kûçikên tûle re, daxwaza teliqandinê çêbibû, teliqandin jiwan re bibû armac, êdî armanc ketibû pêşiya jiyanê, mirin ji hizrê wan derketibû. Daxwazî û armanca wan çêbibû  tûletî çûbû, êdî tûletî nemabû.Her ji tûleyekî  şêr û pilingek derketibû hole. Êdî ew (Tûle) û ev ( Kûçikên bi helwest û xwediyê armancê) ji hevdû cudabûn, di heman mexlûqatîde, dema bê armanc- tûle û dema bi daxwazî û armanc-Şêr û Piling derdiketin hole.

Belê daxwazî, hînbûn û fêrbûnê rolek grîng lîstibûn.

Êdî serê lawikê kalo hebikî rehet bibû. Wateyek helwesta kûçikê bi toq hebû. Dema kûçik, dêlik û cewrikên tûle li newalka Meslexê têr dixwarin û xwe paşve dikşandin ew ji nûve dihat û tiştek dîtibûna dixwar, di dema xwarinê de cewrik, dîk, mirîşk, qijak, qirak û yek caran pisîk jî li xwarina wî bibûna xwedî, ji wan re berdida dimeşiya, serê xwe bi wan re ne têşand. Lê ji vê rewşê lawikê kalo dipelikand û ne dixwest ew birçî bimîne, heya çend parî dixwar li kêleka wî dima. Êdî mirov digot qey kûçik û lawikê kalo baş li hevdû baniyabûn lê ne wisa bû.

Çend caran lawikê kalo xwestibû toqa stûyê wî derxe û wî ji bahrekî giran xelas jî bike, lê xwe nedabû dest û bi biryar bû ku emanetê pê re heya roja dawiyê bi parêze.

Lawikê kalo didît ku ev heywan di bin vî bahrê grande gelekî têşe, gelekî fikirî jibo alîkariya vî heywanî bike, lê rêyek jê re nedidît. Vê rewşê bi mehan dom kir. Lawikê kalo bi şev û roj difikirî, li gora xwe gihîştibû encamekê wê vî heywanî ji ezab xelas kiribûna.

Belê, evî heywanî ne dixwest ku toqa di stûyê wî de derxe, lê pirê caran dihat xwe li ber lingên wî tavêt erdê û ziq li çavên wî dinertin,wek dixwest tiştekî jê re bibêje, ji xwe lawik jî wisa fikirîbû. Çend caran xwestibû bi kevirekî mezin mejiyê wî ji hevdû bela bike, wî ji ezab xelas bike, carek din jî destê wî lê negeriya bû. Ew heywan jî her car li hêviya biryara wî  bû, dixwest ku wî bikuje û ji ezab xelas bike, hêviyên wî ji lawik qût nebibûn.

Carekdin kûçik li ber lingên wî xwe radabû, li hêviya wî bû, ewî jî rahiştibû kevirekî herî mezin jibo bi carekê bi ser serê wî ve berde û wî xelas bike, lê na, qêmîşî vî heywanî nekir. Hêdîka kevirê xwe danî erdê û destê xwe di ser sere kûçi re bir û anî li wan çavên wî yên melûl nert û got; Kotan nabe, li min bibhure, min taqet nekir û ez taqret nakim.

Dema Kotan navê xwe carekdin bihîst û fêm kir ku lawik wî nasdike, rabû û meşiya, carekdin li dû xwe venegeriya.

Piştî vê bûyerê, Lawikê kalo zarotiya xwe ji bîra kiribû êdî ne zarok bû, kesekî xwediyê bahrekî gran û derdekî bê derman bû.

Rewşa tûletiyê jibo mexlûqatan rewşa herî kambax bû. Ji tunebûnê ve mexlûqat, karin zûka hînî tiştan bibin, lê piştî tûletiyê heger ne bê îmkan jî be, tiştekî gelekî zor xuya dikir.

Ji nûve afirandina armanc, hest û helwestê karekî bi serê xwe û teybetiye.

Çelê pêşîn/ 2011

Şêxmûs  Cagro.

Çelê pêşîn/ 2011

Back to top button